Rojavayê Kurdistanê û Biryara Emerîkayê û PKK/PYDê

Kurd24

Piştî “Bahara Ereban” dest pê kir, her kesî meraq dikir, ku “Bihara ereban” dê çewa bandor û tesîra xwe li Dewleta Sûriyeyê bike.

Lewra Dewleta Sûriyeyê û Dewleta Iraqê li Rojhelata Navîn du dewletên balkêş bûn. Balkêşiyan wan ji çend aliyan de xwe dida derve.

Yekemîn sedem ew bû ku hemû welatên ereban dewletên monarşîk bûn û ji aliyê arîstokratên ereban de dihatin rêvebirin. Sûriye û Iraq ji aliyê yek partiyekê de, ji aliyê partiya Baasê û bûrjûwaziya biçûk de dihat îdare kirin.

Taybetiya duyemîn, hemû welatên ereban bi rojava û bi Emerîkayê re girêdayî bûn. Iraq û Sûriye, bi Yekîtiya Sovyetan re girêdayî bû.

Iraq di sala 2003an de ji aliyê Emerîka û hevpeymanên wê ve hat dagir kirin û rejîm hat guhertin. Baas ji holê hat rakirin. Sîstema plural ya partiyan, meclîsa demokratîk hat ava kirin. Dewlet, encama referandûma makezagonê bû dewleteke federal. Lê Sûriye  nehat guhertin.

Piştî ku “Bihara Ereban dest “ pê kir, bandora xwe di sala 2011an de nîşan da. Li Sûriyeyê bi Darayê bi serhildaneke siwîl “bihara ereban” dest pê kir. Lê encama şideta dewletê di demek nêzik de li Sûriyeyê serhildana siwîl veguhesta Şerê Hûndir.

Wê demê Sûriyeyê li hemû herêmê û li dinyayê bû rojeva yekemîn. Di hemandem de rejîm dê di demek nêzik de, an jî di demek dûr de bê guhertin, li hemû dinyayê hat niqaşe kirin. Nerîna xurt û giştî ew bû ku li Sûriyeyê rejîm dê zû bêguhertin..

Di nav demê de derket holê ku Sûriye, dewleteke taybet e. Guhertina rejîma wê ne hêsan e. Di nav wextê gelek dewlet beşdarî Suriyeyê bûn. Hîn jî ew rewşa dom dike.

Piştî ku Dewleta Sûriyey li dinyayê bû rojeva yekemîn, encama wê konjoktur û statuyê, Rojavaya Kurdistanê jî ket rojevê. Wek tê zanîn hemû beşên din yên Kurdistanê gor qonaxên cûda diket rojeva dinyayêû Rojhelata Navîn, lê Rojavayê Kurdistanê tu wext li dinyayê nebû rojev. Bi şerê Hûndir yê Sûriyeyê Rojava Kurdistanê jî, bû rojeva girîng û stratejîk.

ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DI XETERÎ Û TEHLÎKÊ DE YE…

Dema li Sûriyeyê serhildana siwıl dest pê kir. Kurdan û partiyên wan helwesta xwe gelek zelal nîşan dan. Piştgiriya serhildana siwîl kirin.

Lê di destpêkê armanceke siyasî û stratejîk tune bû. Bes ji bona ku li Sûriyeyê zûlim û feqîrî û beêedaletî ji holê rabe; daxwazên demokratîk, ji bona mafên mirovî û azadî daxwaz hatin kirin.

Lê dema ku di navbeyan dewletê û xelkê de şer dest pê kir, armanc hat guhertin. Guhertina rejîma baasê û jiholêrakirina Baasê bû armanca stratejîk. Wê demê kurdan û partiyan wan jî armanca xwe realîze kirin. Tasfiya ya baasê û rejîma wê kirin armanc. Di nav demê de ev armanca hîn pêştir çû. Li Kurdistanê desthilatdariya siyasî û sîstema federal ava kirin bû armanc.

Wek tê zanîn mixalefeta kurd, li Suriyeyê mixalefete dîrokî û organîzekirî bû. Lewra di salên 1932an de rêxistina milî û rizgarîxwaz Xoybûn; di sala 1957an de Partiya Demokrat ya Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDKS) Ava bibû. Loma dewlet ji kurdan ditirsiya. Loma jî  piştî demekê ji bona mixalefeta li Kurdistanê bi mixalefeta giştî ya demokrat ya ereban re nebe yek, tedbîr girt. PKK/PYDê çekdar kir, bi wan re desthilatdarî parve kir û dîktatoriyeke hevbeş ava kirin.

Vê dîktatoriyê ji aliyekî de mixalefet û partiyên Kurdistanê xist bin kontrolê, ji aliyê din de jî maf û azadiyên miletê kurd hat perçiqandin û binpê kirin. Heta îrojî ev xeteriya dom dike.

Rejîma Sûriyeyê, PKJK/PYDê li herêmên ereban li dijî DAEŞê bi kar anî. Ciwanên Kurdistanê hatin kûştin. Kurdistan ket bin xeteriya DAEŞê. 

Dema ku PKK/PYDê bû fedaiyên Emerîkayê, ev car Rejîma Baasê ji bona, ku ji PKK/PYDê xelas bibe bû xeteriyeke mezin, ku ji nûve desthilatdarî û kontrola xwe ava bike.

Ji aliyê din de, xeteriya mezin Dewleta Tirk e. Dewleta Tirk dibêje ku Emerîka bi destê PYDê dixwaze dewleta terorê ava bike. PYDê jî rêxistina PKKê ye. Loma jî em dê pêşiya vê projê bigrin.

Loma jî Efrîn îşgal kir. Nuha jî dixwaze Rojavayê Kurdistanê bi tevayî îşgal bike. Ji bona vê amadekariye dikê. Gelek deverên Rojavayê Kurdistanê bombaran dike.

BIRYARA EMERÎKAYÊ LI BERJEWENDIYA KURDAN Û ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ YE…

Emerîka ji bona ku pêşiya Dewleta Tirk û îşgala Rojavayê Kurdistanê bigre, bi awayekjî oprtunîst hewil dide. Dixwaze PKKê û PYDê ji hevûdu cûda diyar bike. An jî dixwaze ku PYDê ji PKKê dûr bixe. Loma jî di derbarê sê berpirsişyarên PKKê de biryara girtinê da. Xelat jî xist serê wan.

Gelek tiştekî xwezayî ye, ku di nav kurdan de biryara Emerîkayê di derbarê sê berpirsiyarên PKKê (M. Karayilan, Cemîl Bayik, Dûran Kalkan) de niqaşe û gengeşî dibe. Lewra ji bona kurdan li Rojavayê Kurdistanê tirsa êriş û îşgala Dewleta Tirk ya nû heye.

Dewleta Tirk vê yekê gelek aşkere jî diyar dike. Kurd jî dixwazin ku pêşiya vê êrişê û îşgalê bê girtin.

Loma ez dibêjim, ku biryara Emerîkayê di derbarê 3 berpirsiyarên PKKê de, biryareke stratejîk û girîng e. Di demek taybet de hat girtin. Hîç şik tune ku raste rast bi kurdan û bi Rojavayê Kurdistanê re girêdayî ye.

Emerîka di biryara xwe de xwediyê çend armanca ye. Lê ji van armancan yek armancek sereke ye. Armancên din duyemîn in.

Armanca yekemîn ya biryara Emerîkayê, pêşî li îşgala Dewleta Tirk girtine. Wek tê zanîn Dewelata Tirk dibêje ku “ferga PYDê û PKKê tune ye. PYDê jî PKKê ye û bi destê PKKê hatiye ava kirin. PKKê terorîst û dijminê me ye. Ew dixwaze li sînora me dewleteke terorî ava bike. Emerîka jî, ji PYDê re piştgirî.  Em jî ji bona pêşiya avakirina dewleta terorê bigrin (Ku dewleta Tirk ne bes li dijî dewleta PKK/PYDê ye, di hemandem de li dijî dewleta kurdan e jî), wek Efrınê emê biçin deverên din yên Kurdistanê îşgal bikin.”

Emerîka ji bona pêşiya vê êrişê û îşgalê bigre di derbarê 3 berpirsiyarên PKKê de biryar girt. Bi gotina gelê me, hestiyek avêtin ber Dewleta Tirk.”

KURD Û ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ Û PKK/PYDÊ DIVÊ LI HEMBERÎ BIRYARA EMERÎKAYÊ XASSASIYET NÎŞAN BIDIN…

Ev xeteriya Îşgala Dewleta Tirk demekî dirêj e heye. Lê PKKê tu wext ew xeteriya bizanatî nedît. Bû sedem ku Efrîn bê îşgal kirin.

Heger PKKê ji bona berjewendiya neteweya kurd û Rojavayê Kurdistanê tevdigere, diviya bû ku ji raya giştî ya Dinyayê û  Kurdistanê û Rojhelata Navın re diyar bike, ku eleqeya wan PYDê tune ye.

PKKê ew nekir. Aqsa wê kir. Her dem xwest ji bona ku PKKê PYDê wek rêxistinekê nîşan bide tevgeriya, çalakî çêkir, rêvebiriya PKKê di nav PYDê de bi her awayî diyar kir.

Di vê qonaxê de jî,  hemû kurd û bi taybetî jî kurdên Rojavayê Kurdistanê û PKK/PYDê bi vê xassasiyetê tevbigerin. Ji bona nerînên Emerîkayê rast derbixwin, xwe rêxin û serrastkirinê bikin.

PKK/PYD, divê bi lezûbez li Rojavayê Kurdistanê hemû sembolên û weneyên PKKê ji holê rake. Bi taybetî jî wêneyê Ocalan ji holê rake. Çimkî Ocalan, serokê PKKê ye. Dema ku Ocalan ji aliyê PPYDê de jî wek serok bê qebûl kirin, hîç şik tune ye ku wê demê tê wê wateyê, ku PYDê rêxistina PKKê ye.

Lewra tê zanîn ku li  Rojavayê Kurdistanê îstîxbarata Dewleta Tirk bi xurtî xebat dike û agahdarî dicivîne. Rewşê dişopîne.

LÊ PKK/PYD EW STRATEJIYA EMERÎKAYÊ FAHM NEKİR, XIZMETÎ SIYASETA DEWLETA TIRK DIKIN: PROVOKASYON DIKIN, ÊRIŞ Û ÎŞGALA DEWLETA TIRK TEŞWÎK DIKIN...

PKKê, armanca Emerîkayê ya stratejîk tespît nake. Biryara Emerîkayê li dijî xwe, wek komployeke navneteweyî bi nav dike. Bi daxuyaniyên xwe Emerîkayê derewîn derdixe.

Di daxuyaniyên xwe de ji bona PYDê nîşan bidin, ku PKKê ye; tespît û nerînan pêşkêş dike.

Ji bona ku Emerîkayê derewîn derxwe, biryara wan bêwate bike, li Rojavayê Kurdistanê ji bona azadiya Ocalan û aqûbeta Ocalan dest bi çalakiyan kiriye. Sembolên PKKê li Rojavayê Kurdistanê zêdetir dike.

Ev helwesta PKK/PYDê li hemberî Rojavayê Kurdistanê û hemû kurdan e.

Him provokasyon e, ku dixwaze ji Tirkan re carek din îspat bike ku ferqa PKK û PYDê tune ye. PYDê PKKê ye û bi destê PKKê ava bûye.

Him aşkere dike ku raste rast bi çalakiya xwe xizmetî Dewleta Tirk dike.

Him jî bi helwesta xwe girêdana xwe ya Dewleta Tirk carek din tîne rojevê û diyar dike ku Dewleta Tirk xwest ku Emerîkayê derewîn derxe, me jî dest bi çalakiya Ocalan kir.

Amed, 18. 11. 2018