Peymangeha Bedirxan nîşana parastina zimên e

Kurd24

Evîn Şikakî

Ziman nasname û hebûna her miletekê ye , alava herî giring û bihêz e di parastin û pêşketina çand û kiltûra her gelî de, herwiha nîşana herî resen, xweser û tekane ya stûna neteweyî ye, lewma Mîr Celadet Bedirxana gotina xwe ya herî navdar got û bang li Kurdan kir ku, xwe fêrî zimanê xwe bikin dema got: "Kuro! Keçê Eyb e, şerm e, fihêt e, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurd in, bê ziman Kurdîtî ji we re ne rûmet e, ji me re  rûrewşiyeke giran e."

Nivisandin û xwendina zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê xewin û xeyala her mirovekî Kurd bû, ji ber ku hînkirin û fêrkirin bi zimanê dayikê qedexe bû. Kesên ku, xwedî li zimanê xwe derdiketin jî û xwe hînî zimanê xwe dikirin bi dizî û di odeyên tarî de perwerdeya xwe dikirin, lê tevî wê yekê jî rastî gelek pirsgirêkan dibûn.

Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê di Adara 2011an de, bayê azadiyê derfet ji avakirina gelek dezgeh, komele û saziyên rêxistina sivîl re  hate pêkanin, ku di rêya wan dezgehan re bi awayekî zanistî, akademî û zanistî ziman û çanda Kurdî bê hînkirin, rê li pêşiya hejmarek pispor, heskerên zimanê Kurdî û rewşenbîr li bajarê Dêrika Hemko kir ku, li zimanê xwe xwedî derkevin û di 24-6-2012an peymangeha Bedirxan a zimanê Kurdi li bajarê Derikê damezrandin.

Di destpêka damezrandina wê de, peymangeha Bedirxan a Zimanê Kurdî rastî gelek pirsgirêkan bû,  Nebûna rêbazan, pirtûkên hînkirinê û nebûna mamosteyên pispor, herwiha rewşa aboriya xirab bûne kelem li pêşiya karê wan rewşenbîran, lê tevî wê yekê jî rewşenbîr li ser perwerdeya ziman rijd man, bihezkirina wan ji ziman û  bidestxistina derfetên dabînkirî, ew pirsgirêk hemû çareser kirin, tiştê herî giring û balkêş karê xwebexiş yê damezrêner û karmendan bû, herwiha alikariya xelkê jî yek ji sedemên berdewamiya  xebata pîroz a Peymangehê bû, ku piştî demeke ne dirêj peymangeh bibe yekemîn dezgeh li ser asta Rojavayê Kurdistanê di hînkirin û fêrkirina zimanê Kurdî bi awayekî pispor û akedemî ku, hejmara şagirtên wê bighêje nêzî 10 hezar şagirtî.

Peymangeha Bedirxan di dema ku, hate damezrandin dest bi hînkirina komek mamoste kir,piştî amadekirina mamosteyan peymangehê dest bi tomarkirina şagirtan jî kir.

Di 16-3-2014an û bi alîkariya keça rewşenbîrê kurd Celadet Bedirxan Sînem Xan Berdirxan pirtûkxaneya bi navê Barzaniyê nemir li peymangehê hate vekirin ku, bibe çaviyek zanistî, rewşenbîrî ji lêkolîn û xebata peymangehê û şagirtên wê, tê de zêdeyî 3 hezar pirtûkên curbicur bi zimanê Kurdî û ji zaravên kurmancî û Soranî, Ingilizi, Tirkî û Fransî hene.

Peymangeha Bedirxan a Zimanê Kurdî piştî bingeha xwe li bajarê Dêrika Hemko bi hêz û firehtir kir, mîna dezgeheke akademî xizmeta zimên kir û li ser daxwaza xelkê li 50î gundên herema Dêrikê dibistan vekirin û zêdeyî 2 hezar şagirt ji wan dibstanan derçûn.

Ji bilî wê yekê, kar û xebata birûmet û pîroz, peymangehê bi dehan simînar û şevbêrk derbarê wêje û edebiyatên Kurdî de li dar xistin, herwiha pênç  beşên zanistî û komkirina kultor û kelepûrên dîrokî hatin vekirin. Herwiha xulên zaravê Soranî û yên ragehandinê jî hatine lidarxistin û heta niha jî li ser karê xwe berdewam e.