Ava Reş

Kurd24

Abdurrahman Onen

Li Kurdistanê gelek çem hene ku navê xwe ji rengê ava xwe distînin: Ava Reş, Ava Sipî, Ava Şîn…

Li Kurdistanê navê gelek çeman Ava Reş e. Yên ku ez zanim ev in:

 

1- Ava Reş (Mûş); ji Norşêna Bedlîsê (Dahla Axeçûrê) dest pê dike û li derdora Mixakomê (gundê Mûşê) digîhêje ser Çemê Mûradê.

 

2- Ava Reş (Wan); ji Qelqelîyê (Özalp) dest pê dike, di nav sînorê Bêgirî re derbas dibe, piştî ku dikeve nav sînorê Tûşbayê tev li Bahra Wanê dibe.

 

3- Ava Reş (Midyad); ji sînorê Midyadê dest pê dike, li sînorê Nisêbînê tev li Ava Sipî dibe û digîhêje ser Feratê.

 

4- Ava Reş (Qereyazî); ji başûrê Çîyayê Çaqmaq (Qereyazî) dest pê dike û tev li Çemê Erez dibe.

 

5- Ava Reş (Elbak); ji başûrê rojavayê Elbakê dest pê dike û li ser sînorê Colemêrgê tev li Ava Mezin (Çemê Zê) dibe.

 

6- Ava Reş (Erzirom-Keban); ji Çîyayê Xins (Dumlu) yê li bakurê Erziromê dimîne dest pê dike û li Kebanê tev li Çemê Mûradê dibe.

 

AVA REŞ-1 (NORŞÊN-MÛŞ)

Ava Reş (Karasu) ji hêla bakurê rojhilat, ji sînorê Norşênê (Güroymak) dikeve nav sînorê Dêrxasê (Hasköy), çemên Kelereş û Norkaxakê li Dêrxasê digîhêjin ser hev û tev li Ava Reş dibin, Ava Reş li ber Mîgrakomê (Düzkışla, gundê Dêrxasê) dikeve sînorê Tîlê (Korkut, navçeya Mûşê). Piştî ku ji sînorê Tîlê derdikeve di ber balafirgehê û nêzîkî Norşêna Fireng (Süngü) re derbas dibe. Li derdora Norşêna Fireng çemên Ewilbihar, Kêrgîs û Duavê, li ber Xopêr jî Çemê Taxsîgê tev lê dibin. Ava Reş piştî Gundê Mixakomê (Çatbaşı, gundê navenda Mûşê) digîhêje ser Mûradê.

Dahla Axeçûrê ji Serê Golê dest pê dike û digîhêje heta Wartînîsê (gundê Dêrxasê). Girê Mazêx li başûrê dahlê dimîne, Çîyayê Kaşê jî li bakurê dahlê dimîne. Piştî Mazêxê ev dahl firehtir dibe. Avên vê dahlê piştî Mazêxa Piçûk digîhêjin ser hev û ev der dibe destpêka Ava Reş. Di nav vê dahlê de hin giravên biçûk henin. Qamîş û palax (pelex) ji vir tên berhevkirin ji bo ardû û êmê heywanan tên bikaranîn. Di nav vê dahlê de gelek dewar, gamêş û werdek dijîn. Li derdora vê dahlê çend gund henin: Wartînîs (Altınova), Axpîrîs (Sazlıkbaşı), Serê Golê, Axeçûr, Serê Şivê û Ozkaxak.

Pira Ûris di nav Dahla Axeçûrê de li ser Ava Reş e, nêzîkî Axeçûr û Ozkaxakê ye. Di Şerê Yekemîn de Ûrisan çêkiriye, di nav qamîşan de maye, anuha nayê bikaranîn. Firehîya pirê nêzîkî sed metreyan e û dirêjahîya wê jî 12 metre ye. Di dema borî de rêya di nabêna Kop û Norşênê ya herî nêzîk di ser vê pirê re derbas dibû.

Çemê Mûradê, li devera ku Ava Reş (Karasu) tev lê dibe, ber bi rojava ve difitile û ber bi Bongilan ve diherike.