Fransa bo cara duyem bû qehremanê cîhanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro bi demjimêr a Hewlêrê 18:00 an li yarîgeha Luzhniki a paytexta Rûsyayê Moskow, yariya dawiyê ya Mondiala 2018an birêve çû.
Yariya dawiyê di navbera hilbijardeya Fransa û Kirwatyayê bû û Fransa bi 4 golan li hember 2 golan biser ket û bû qehremanê cîhanê.
Ev cara duyem e ku Fransa Kûpa Cîhanê ya Topapê bidest dixe, berê jî li Mondiala Fransa 1998an de wergirtibû.
Çapa 21emîn ya Kûpa Cîhanê a Topapê (Mondiala 2018) li Rûsyayê bi yariya Rûsya û Siûdiye li Moskoyê roja 14ê Hezîranê li heman yarîgeha Luzhniki dest pê kiribû.
Mondiala topapê jer çar salan carekê tê lîstin, biryar e di sala 2022an de jî li Qeterê birêve biçe.
S. B