Li Iraqê bêtirî 9 melyon mûçexur hene

Li Iraq 9 melyon û 400 hezar kes mûçe ji hikûmetê werdigirin, bi wê rêjeyê ku ji her sê kesan yek kes mûçe ji dewletê werdigire.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li Iraq 9 melyon û 400  hezar kes mûçe ji hikûmetê werdigirin, bi wê rêjeyê ku ji her sê kesan yek kes mûçe ji dewletê werdigire.

Şêwirmendê abûrî yê serokwezîrê Iraqê Mezher Mihemed Salih ragihand: Li Iraq çar melyon fermanber û nêzîkî sê melyon û 400 hezar kesên malnişîn hene û mûçe ji hikûmetê werdigrin, herweha du melyon welatî jî tora çavdêriya civakî sûdmend in, bi vê yekê hejmara giştî 9  melyon û 400 hezar kes mûçe ji dewletê distînin.

Şêwirmendê Heyder Ebadî diyar kir, ku ji bo peydakirina mûçeyê salane yê wan mûçexuran, pêwîstiya Iraê bi 36 milyar dolar heye.

Ev yek jî di demekê de ye, Hikûmeta Bexdayê rexneyan li Herêma Kurdistanê dike ku Xwedê giravî hejmara mûçexurên Kurdistanê mezin e.