Silopîspor 2 û 1 serkeftin bidest xist

Piştî bidawîbûna qedexeya derketina derve û operasyonên li bajarê Şirnexê û navçeyên wê, Silopîspor di yekem leyîstika mala xwe de li hember Yekîtiya Ciwanên Agirî bi 2 û 1 biser ket.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c81abed1-d99f-4994-831d-9eff192c7a22/Silopispor.ism/manifest

K24 – Şirnex

Piştî bidawîbûna qedexeya derketina derve û operasyonên li bajarê Şirnexê û navçeyên wê, Silopîspor di yekem leyîstika mala xwe de li hember Yekîtiya Ciwanên Agirî bi 2 û 1 biser ket.

Silopîspor di lîga amator a herêmî de cîh digre. Ji ber rewşa awarte û qedexeya derketina derve Silopîspor di vê sezonê de hemû lîstikên xwe li bajarê Sêrtê kirin.

Piştî bidawîbûna qedexeyan Silopîspor yekem lîstika di mala xwe derkete pêşberê Yekîtiya Ciwanên Agirî. Di xuleka 30 an a beşa yekem a lîstikê de Remzî Çaglayan bi navê Yekîtiya Ciwanên Agiriyê golek tomar kir.

Di beşa duwem de jî Silopîspor bi bandor bû. Di xuleka 65 an de Serkan Gul û di xuleka 88 an de jî lîstikvanî Gîneyî Elconga Amia Narcisse li ser navê Silopîsporê golên xwe tomar kirin û lîstik bi 2 - 1 encam bû.  Ji ber serkeftinê alîgirên Silopîsporê bi çepik û tililiyan tîma xwe pîroz kirin.

Piştî lîstikê Reveberê Yekîtiya Ciwanên Agiriyê Erol Yildirim ji ber pêşwaziya germ spasiya xelkê Silopî kir. Serokê duwem ê Silopîsporê Ahmet Kaçmaz jî behsa giringiya lîstikê kir û daxwaz kir ku ev lîstik bibe sedema bidawîkirina aloziyan û hewaya ne aramiyê.