Li Îtalyayê Fiorentina rastî şikestinê tê
K24- Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya hefteya 8emîn ya Calcio, Tîma Fiorentinayê rastî şikestinekê bermaber tîma Napoliyê hat, lê pêşengiya xula Îtalyayê jidest nexist.
Di wê lîstikê de Napolî karî bi 2 golan bermaberî golekî biser keve.
Lîstika tîma Inter Milan û Juventusê jî bi encama wekhev bidawî hat, Inter Milan jî wek duyema rêzbendiyê di Îtalyayê de ma.
Tîma Romayê jî karî serkeftineke mezin bi 3 golan bermaber golekî li ser tîma Empoli tomar bike.