Dalkurd, Helsinborg wêran kir 5: 0

Tîma futbolê ya Kurdên Swêdê Dalkurd, ku bi balkêşî ji tevayiya Kurdan ve tê şopandin, di liga 1em a Swêdê de, serkeftinên xwe didomîne. Di lîstika xwe ya dawî de ligel tîma di rêza seyem de Helsinborg serkeftinek mezin bidest xist û bi 5 golan biser ket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dalkurd yariyek gelek serkeftî di tevayiya lîstikê de nîşan da û ev yek di encamê de jî xwe nîşan da. Dalkurd 5 gol avêtin Helsinborg û pozisyona xwe di rêza duyem di lîgê de qayim kir. Niha Dalkurd bi 26 xalan di rêza 2em de ye û Helsinborg bi 23 xalan di rêza 3em de.

Cîhê gotinêye ku, ji liga 1em du tîm yekser dikarin derkevin superlig a Swêdê û Kurd bi hêvî ne îsal Dalkurd bigihe superlîgê.

Golên Dalkurd hemberî Helsinborg:

1–0 (25) Rawez Lawan,

2–0 (74) Ricky Yarsuvat,

3–0 (81) Ahmed Awad,

4–0 (84) Mohamed Bangura,

5–0 (90) Ammar Ahmed.