Jin ên mêşvan li bakûr

Li çiyayên bajarên bakurê Kurdistanê yên xwedî erdnîgariya sirûştî û nebatên cihêreng bi destê jinan berhemên sirûştî û tamxweş tên hilberandin. Li bajarê Dêrsimê jina bi navê Fîdan Aydin ev bi salan e mêşvaniyê dike û bi keda xwe hilberîna hingivê sirûştî dike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cf946cd7-4538-4a52-880a-88dbe47478b0/LiDersimeJinaMesvan.ism/manifest

K24- Hewlêr

Li çiyayên bajarên bakurê Kurdistanê yên xwedî erdnîgariya sirûştî û nebatên cihêreng bi destê jinan berhemên sirûştî û tamxweş tên hilberandin. Li bajarê Dêrsimê jina bi navê Fîdan Aydin ev bi salan e mêşvaniyê dike û bi keda xwe hilberîna hingivê sirûştî dike.

Fîdan Aydina57 salî tekana mêşvana bajarê Dêrsimê ye û li ser çiyayên Dêrsimê yên 2500 mîtroyan bilind, bi 100 şaneyên mêşên hingiv hilberîna hingivê sirûştî dike. Fîdan Aydin her sal mêşên xwe dibe deverên cuda cuda yên Dêrsimê. Rawesgeha Aydin ya îsal jî gundê Dêrsimê ya bi navê Bor ya ku 120 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e. 

Mêşvana jin bi salan e vî karî dike û digel şer û pevçûn û herêmên ewle bi mehan li serê van çiyayên asê digel mêşên xwe dimîne.Aydin rave dike ku karê mêşvaniyê eleqeyeke gelek mezin dixwaze û gelekî zehmet e, lê dibêje mêşvanî ne tenê karê mêran e, di heman demê de karê jinan ne jî û kêfxweş e ku vî karî dike.

Fîdan Aydin -  Mêşvan, dibêje: " Ev 7 sal in ez karê mêşvaniyê dikim. Hem li bajêr hem jî li herêmê tekane mişvana jin ez im.  Rakirin û danîna kewaran gelekî zehmet e, lê digel vê zehmetiyê ez mêşan û xwezayê hezdikim. Ev karê ku ez dikim hem sirûştîye hem jî sûdeya wê digihêje mirovan; ji ber vê yekê ez gelek bi moral karê xwe dikim."

Fîdan Aydin di destpêka meha Hezîranêde şaneya mêşên xwe dibe deverên bilind, di destpêka meha Îlonê de jî tîne nêzî navenda bajêr. Fîdan Aydin dibêje ku hem li nava Tirkiyê hem jî li derveyî Tirkiyê sîparîşên zêde ji bo hingiv heye; ji ber vê yekê ew bi tena serê xwe nikare hemû sîparîşan bîne cih, ji bo xwe alîkarek girtiye û bi hev re karê xwe bi awayekî serkeftî dikin.

Musa Şen - Alîkarê Fîdan Aydin, dibêje:"Li çiyayên Dêrsimê beraz,hirç û gur hene. Ez alîkariya Fîdan Xan ê dikim, lê ez heyranê wêrekiya fîdan xanê me.  Bi gelemperî li vir bi tena serê xwe dimîne. Jineke jîr û berxwedêr e."

Fîdan Aydina ku hemû dema xwe bi mêşvaniyê derbas dike amaje dike ku li çiyayên Dêrsimê her cure nebat hene û ji ber vê yekê hingivê wêji bo her derdekî derman e. Herwiha ew hingivê ku tê hilberandin li nava Tirkiyê ji bo bajarên Stenbol û Enqerê  tê şandin û li derveyî Tirkiyê jî ji Çîn û welatên Ewropayê sîparîş tên hilgirtin.