Li Çelê Festîvala Werzîşên Xwezayê û Wênekêşiyê lidar ket

Festîvala ku 4 rojan dom kir, 450 kes tê de beşdar bûn.
kurdistan24.net

 

K24 – Colemêrg

Li Çelêya Colemêrgê duyemîn Festîvala Werzîşên Xwezayê û Wênekêşiyê hat lidarxistin. Festîvala ku 4 rojan dom kir, 450 kes tê de beşdar bûn. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu jî beşdarî festîvalê bû û amaje kir ku Çelê ji bo werzîşên xwezayê devereke gelek guncav e.

Li Çelêya Colemêrgê bi organîzatoriya Parêzgeriya Colemêrgê, Qeymeqamtiya Çelê û Ajansa Geşepêdanê Ya Rojhilatê Anatolyayê cara duyem Festîvala Werzîşên Xwezayê û Wênekêşiyê hat lidarxistin. Di festîvalê de ji 81 bajaran 450 kes beşdar bûn û her çiqas şert û mercên hewayê giranbûn jî festîval bi awayeke rengîn dom kir û dîmenên bedew derketin holê. Di festîvalê de Wezîrê Kar û Barên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu jî beşdar bû amaje kir, Çelê dikare di qada navneteweyîde bibe navendek girîng a werzîşên xwezayê. Yek ji beşdarên festîvalê Nîhal Çetîn anî zimên ku  wê demek gelek xweş derbas kiri ye û dixwaze sala bê jî were.

Wênekêş Nîhal Çetîn ji K24ê re got: "Erdnîgariyeke cawaz û mirovên cawaz li vê derê min dîtin.  Bala min kêşand ku beşdarî gelek zêde ye. Xweza gelek bedew e. Mirov gelek germ û ji dil in. Min wêneyên gelek baş kêşandin. Ji ber ku bo wênekêşiyê dîmenên bêhempa hene."

Di çarçoveya festîvalê de pêşbaziyên Rafting, Kano, Zîplîne, Off Road û Çiyageriyê hatin lidarxistin. Yek ji qadên werzîşa xwezayê jî Çiyagerî ye ku di vî warî de Çelêya Colemêrgê ji çiyageran re derfetên baş pêşkêş kir. Beşdarê festîvalê Çiyager Omer Borçîn da zanîn ku festîvala Çelê ji bo wî festîvaleke cawaz bû.

Çiyager Omer Borçîn dibêje: "Nêzîkî 5 salane ku ez çiyageriyê dikim. Lê Çelê ji deverên din cûda ye. Min gelek ji vê derê hes kir. Ez ji Îzmîrê hatim lê dixwazim li vir bim û neçim. Ez ji vir bang dikim ku her kesek derfetên wan hebin bila werin Çelê bibînin."

Nîştecîhên Çelê jî bi lidarxistina festîvalê keyfxweş bûn ku danasîna dewlemendiyên Çelê hatiye kirin û amaje kirin ku beriya festîvalê li gelek bajaran xelkê, navê Çelê nebihîstibû lê ev 2 salin di qada navneteweyî de jî êdî kesên bi werzîşa xwezayê ve eleqeder in teybetmendiyên Çelê dizanin.