Maratona Navparzemînan a Stenbolê bi dawî bû

Kurd24

K24 - Stanbol

37emîn Maratona Stenbolê, ku li Tirkiyê di nav çalakiyên werzîşê de çalakiyeke herî mezin tê nîşandan, li ser pira Bogaziçiya Stenbolê dest pê kir. Di pêşbaziyê de ji koma mêran Elias Kemboi Chelimoiyê Kenyayî, ji koma jinan jî Amane Gobenaya Etîyopyayî bûn yekemîn.

Pêşbaziya Maratona Navparzemînan a 37emîn ku ji aliyê Şaredariya Stenbolê ve bi sponsora Wodafonê hat sazkirin îsal bi navê "tundiya li ser jinan bi dawî bibe" dest pê kir. Ji 120 welatan nêzîkî 30 hezar werzîşkar tevlî pêşbaziyê bûn.

Werzîşkar ji aliyê Anatolyayê ber bi aliyê Ewropayê ya Stenbolê ve bi qasî 42 kîlomêtro û 195 mêtreyan baz dan. Ji welatên Belarus, Erître, Etiyopya, Afrîqaya Başûr, Kenya, Rusya û Ukrayna'yê 60 werzîşkarên navdar jî ketin pêşbaziyê.

Ji biçûkan heya mezinan eleqeyeke mezin nîşanî maratonê hat dayîn. Ji bajarên derûdorê Stenbolê jî gelek kes hatin pêşbaziyê. Peywirdarên hêzên ewlekariyê hem ji hewayê û hem ji erdê tedirên berfireh wergirtin.

Pêşbaziya ku weke kevneşopî her sal tê kirin, li ber rêya têketina Bogaziçiyê dest pê kir, li qada SultanAhmet bi dawî bû. Werzîşkarên Elias Kemboi Chelimoiyê Kenyayî û Amane Gobenaya ku di maratonê de bûn yekemîn û bi 50 hezar lîreya Tirk hatin xelatdarkirin.