Messi heta 2021an li Barcelona dimîne

Lîstikvanê stêr ê Barcelona Linell Messi yê Arjentînî girêbesta xwe ya ligel tîma Barcelona heta 2021an dirêjkir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Lîstikvanê stêr ê Barcelona Linell Messi yê Arjentînî girêbesta xwe ya ligel tîma Barcelona heta 2021an dirêjkir.

Messi ev 14 salan lîstikvanê Barcelona ye, hîn 13 salî ji tîma Newells Old Boys a Arjentînî tevlî La Masia ya Barcelona bû.

17 salî yekem lîstika xwe ligel tîma sereke ya Barcelona kir, ew jî lîstika beramberî Espanyol bû.

Messi heta niha di 602 lîstikan de cîh girtiye û 523 gol avêtin e. Di dîroka Barcelona û La Liga bi de golkarê yekem e.

Tîma ku bixwaze girêbesta Messi hilweşîne û Messi ji Barcelona bikire, divê 700 milyon Euroyan ji çav derxe.
Messi heta niha bi dehan xelat girtin e, di nav wan de:  5 caran gola zêrîn, 4 caran pêlava zêrîn û 4 caran jî golkarê yekem ê  Ispanyayê.