Li Bedlîsê pêşbirka kaşûnê

Li Bedlîsa Bakurê Kurdistanê pêşbirkeke kaşûnê birêve çû. Pêşbirka kaşûnê ji aliyê Walîtiya Bedlîsê û Rêveberiya Spor û Ciwaniyê hat organîzekirin.
kurdistan24.net

Vahit Olcay / K24 - Bedlîs

Bakurê Kurdistanê bi zivistana xwe ya dijwar binavûdeng e. Herçiqas ev yek bo welatiyan dibe cihê zehmetiyên mezin jî bi saya navendên kaşûnê, di warê aborî û geştyariyê de hevkariya xwe heye.

Li Bedlîsa Bakurê Kurdistanê pêşbirkeke kaşûnê birêve çû. Pêşbirka kaşûnê ji aliyê Walîtiya Bedlîsê û Rêveberiya Spor û Ciwaniyê hat organîzekirin.

Di beşên sporê yên wek kaşûna bezê, kaşûna Snowboardê de, 100 yarîzan, di pêşbirkê de beşdar bûn. Her yek ji wan 100 kaşbazan xwestin serkeftî bibin û loma pêşbirka kaşûna bi rikberiyeke xurt birêve çû.