Li Silpoî zarokên futbolê dikin fêrî zimanê Ingilîzî dibin

Herwiha zarok di bin tîrejên rojê de ji bo ku xwe di futbolê de pêşve bibin bi şev û roj bê sekinandin dixebitin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Zarokên ku di bingeha klûba 1960an a Sîlopîspor de dileyîzin hem perwerdahiya futbolê hem jî ya zimanê Îngilizî distînin. Zarok dema ku ji bo tendûristiya dev û diranan tên agahdarkirin di perwerdehiyeke hişk re jî derbas dibin.

Zarokên di Grûba Lîga Amator ya Tirkiyê ya Heremî de futbolê dileyzin, pêşî têne stadyuma bajêr ya Sîlopî. Zarokên ku têne vê derê yekem ji aliyê rahêner (antrenor) Suat Tulo ve di paqijiyeke giştî re tên derbas kirin. Piştî vê yekê perwerdahiya bi zimanê Îngilîzî distînin.

Di dersên Îngilîzî de; hevnasîn, tîpên ziman û têgînên werzîşê bi awayekî dilxwazî ji aliyê kesên erkdar ve tê dayîn. Ji bilî zimanê Kurdî û Tirkî zarokên ku zimanê Îngilizî jî dibînin fersenda hînbûna tendûristiya wekî diranan jî dibînin. Lê belê rahêner ji ber kêmbûna îmkanan bi gilî û gazincin.

"Derfetên me pîçekî kêmin, lê em tiştekî gelekî sipehî dikin. Me divê em tiştên hê sipehîtir bikin bo zarokên xwe. Zarokên me bi xwe bi xwe ne, em dixwazin pêşiya wan vekirî be. Me divê ku bibin zilamên baş li pêşiya hemû tiştî. Ev der cihekî klûba futbolê ye. Em nabêjîn teqez ber bibin lîstikvanê futbolê, nebe lîstisvan jî bila bibe mirovekî baş."

Piştî dersên Îngilîzî zarok derdikevin îdmanên xwe. Zarok li qada goglîstinê îstasyonan ava dikin û hereketên kondîsyonê dikin. Zarokên ku tên qada gogê ji bo Kurdistan24 re fikrên xwe rave kirin.

"Em têne vê derê dersa dibînin. Ji bilî dersa futbolê, em ya paqijiyê, ya Îngilizî dibînin. Ev gelek meh in ku em tên û diçin vê derê, em wextê xwe li vir derbas dikin.

"Du meh û nîve  ku em têne vê derê. Em perwerdehiyeke gelekî sipehî dibînin. Mamosteyên me asta didinê me, em spasiya wan dikin."

Herwiha zarok di bin tîrejên rojê de ji bo ku xwe di futbolê de pêşve bibin bi şev û roj bê sekinandin dixebitin. Ji bilî vê daxwaza rahêner û zarokan ew e ku îmkanên wan hîn baştir bibin.