4emîn festîvala û pêşbirka Hespên Resen li Cizîrê bi rê ve çû

Li gundewarên bajarê Girkê Legê yê rojavayê Kurdistanê 4emîn festîvala Hespên Resen bi rê ve çû, tê de nêzî 80 hespî beşdar bûn ku di 6 qonaxên pêşbirkê de rikaberî dikirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Girkê Legê

Li gundewarên bajarê Girkê Legê yê rojavayê Kurdistanê 4emîn festîvala Hespên Resen bi rê ve çû, tê de nêzî 80 hespî beşdar bûn ku di 6 qonaxên pêşbirkê de rikaberî dikirin.

Festîval ji bilî pêşbirkê dibe derfetek e ku xwediyê hespan hespên xwe pêşkêşî hev dikin û cûreyên resen diparêzin, herwiha dibe mîna bazarekê ji kirîn û veguherîna hespan re jî, nemaze yên navdar û di gelek pêşbirkan de biser ketine. Endamên komîta amedekar tekez dikin jî ku festîvalên hevawa dibe sedema ku ev nerît di deverê de bête parastin.

Bi serperiştiya Şêx Mani'i Himêdê festîval hate lidarxistin, ji tevahiya bajar û gundewarên deverê xelkê ji bo temaşeyê li gundê Hemo Ker hazirbûn û kêfxweşiya xwe nîşan dan. Herwiha siwarên hespan jî dibînin ev festîval derfeteke giringe ji bo wan û sodên mezin jê werdigrin.

Festîvala Hespên Resen li ser asta herêma Cezîrê tê lidarxistin, lê di çapa xwe ya 4emîn de ji bajarê Reqa û Dêra Zorê jî beşdar bûn, serperiştên wê hêvî dikin jî ku ev festîval di rojên bê de li ser asta Sûriyê bi giştî bê lidarxistin.