Kanovanê ji Wanê ji bo tîma neteweyî ya Tirkiyê hate hildan

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Werzişvanakî Bakurê Kurdistanê ji bo "Pêşbaziya Hilbijartina Tîma Neteweyî ya Kanoyê" Federasyona Kanoyê ya Tirkiyeyê ji bo tîma navdewletî ya Tirkiyê hat hilbijartin.

Hat ragehandin ku werzişvanê ji Wanê Sedat Serban di "Pêşbaziya Hilbijartina Tîma Neteweyî ya Kanoyê" ya ku Federasyona Kanoyê ya Tirkiyeyê li Koycexiza navçeya Muxlayê li dar xist, ji bo tîma neteweyî hat hilbijartin.

Sedat Serbanê werzişvan di pêşbaziya 2 hezar metreyî de kete rêza 4an û mafê ku tevlî Tîma Neteweyî ya Kanoyê ya Tirkiyeyê bibe, wergirt.

Rahênerê Bajêr ê Spor û Xizmetên Ciwaniyê Unal Elver, Sedat Serban pîroz kir û got: “Werzişvanê me tevlî Tîma Neteweyî bû, em gelek kêfxweş in ku cara yekem e werzişvanek ji bajarê me ku piştî xebatên 6 mehan li ber xwe daye, tevlî Tîma Neteweyî dibe.