Dalkurd zehmetî kişand, lê bi serket 3:2

K24 – Navenda Nûçeyan

Dalkurd li mala xwe li Domnarsvallen li Borlange bi zehmetî zora Frej bir. Maç bi serkeftina Dalkurd 3:2 qediya.

Dalkurd ji bo serkeftina xwe dive spasiya êrîşbarê xwe Richard Yarsuvat bike, ku nave xwe bi encamdan a her sê golan de jî nivîsand.

Frej du caran wekhevî bidest xist, lê gotina dawî dîsa ya Dalkurd û Yarsuvat bû ku gola 3em di deq. 60an de bidest xist.

Golên maçê weha hatin:

Dalkurd FF-IK Frej 3-2 (1-1)

1-0, Richard Yarsuvat (18),

1-1, Dida Rashidi (32),

2-1, Richard Yarsuvat (53),

2-2, Joakim Runnemo (59, penaltî),

3-2, Richard Yarsuvat (60)