Li Wanê tesîsên werzişa siwariya hespan ya olîmpîk hat vekirin

Parêzgarê Wanê Murat Zorlûoglû û Qaymeqam û Qayîmê Atif Çîçeklî Edremîtê di vekirina tesisan de ragihandin ku wan bi seranserî wek bihûstekiye û divê taybetiyên wê bên parastin û rast bên bikaranîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li Edremîta navçeya Wanê, tesîsên siwariya hespan ya olîmpiyatan hat vekirin. Parêzgarê Wanê Murat Zorlûoglû û Qaymeqam û Qayîmê Atif Çîçeklî Edremîtê di vekirina tesisan de ragihandin ku wan bi seranserî wek bihûstekiye û divê taybetiyên wê bên parastin û rast bên bikaranîn.

Li Edremîta navçeya Wanê, di 6’ê Tevaxê da, bi beşdariya Parêzgarê Wanê Mûrat Zorlûoglû, Rêvebirê Giştî yê Federasyona Werzişên Suwariyê ê Turkiyeyê Atif Bulent Bora û Qaymeqam û Qayimê Edremîtê Atif Çîçekli, Tesîsên Siwariya Hespan ya Olîmpîk hat vekirin.

Parêgarê Wanê Murat Zorlûoglû ragihand ku ew hewl didin û daxwaz dikin ku Wan û Bakûrê Kurdistanê bi şer û aloziyan na bi ramedan û turîzmê bê rojevê û sipasiya xwe bo amadekarên tesîsê peşkeş kir.

Qaymeqamê Edremîtê ku ji bo rêvebiriya Şaredariya wê navçeyê wek Qayim jî hatiye tayînkirin, ji Kurdistan24 re ragihand ku, Wan bajarekî bi taybetiyên xwe yên xwezayî, wek bihûştê ye û di destên rast de dikare bibe navenda geştiyariyê. Çiçeklî bale kişand ku demek bere jî li nêzîkî van tesîsan palj jî kiribûn xizmetê.

Qaymeqam û Qayimê Edremîte Atif Çîçeklî ji K24ê re wiha axivî: “Edremît li heremê navçeyeke bi taybetiyên xwe temaşeye. Potansiyeleke bêhempa heye û ji bo geştiyarî jî gelek guncav e. Tene heta niha di destên rast de nedihat hunandin, niha jî bi gotina rast em wê cewherê dihûnînin.”

Di axaftinên k udi vekirina tesîsan de hat kirin de balhatkişandin ku li Bakûrê Kurdistanê di warê werzişiya siwariyên olimpik de ev yeke û take tesise. 

Welatiyên ku beşdarî vekirina tesîsên bûn jî kêfxweşiya xwe ji bo Kurdistan24 diyar kirin û daxwaz kirin ku çalkî û xenatên wiha berdewam bikin..

Welatî Neşîde Gunduz jî got: “Ev olipiyat ji bo Wanê tiştekî gelek xweş û baş e. Ez daxwaz û hêvî dikim ku ciyên wiha û ramedan zêdetir bên kirin û vekirin.”

Ew hespên ku li  tesîsên olîmpîk dê werzişiya suwariyê bi wan bên kirin, hatin nişandan û welatî jî hem li hespan suwarbûn, hem jî bi şahî çalakiyan şopandin.