Yekem transferê Dalkurd – Oliver Berg
K24 – Navenda Nûçeyan
Tîma Kurdên Swêdê Dalkurd a ku îsal dê li Superlig a Swêdê (Allsvenskan) de bilîze, yekem transferê xwe bi medyayê da naskirin.
Oliver Berg ê 24 salî ji tîma Odds a Superliga Norweçê bû lîstikvanê Dalkurd.
Berg lîstkvanek navendê ye û di Dalkurd ev cîh wekî pêwistiyek ji lîstikvanek jêhatî dihate binavkirin.
Berpirsê Sporê yê Dalkurd Adil Kizil, kêfxweşiya xwe ji lîstikvanê nû re anî ziman û diyarkir ku, Berg lîstikvanek serkeftî û jêhatî ye û di tîma Dalkurd de dê rolek erênî bibîne.