Komîteya Ewlehiyê, Amedspor ji alîgirên wê bêpar kir

Heta niha dema lîstika Amedspor û Fernerbehçeyê nehatiye diyarkirin.

K24- Navenda Nûçeyan

Biryar hat dayîn ku, lîstika tîma Amedspor û Fenerbehçeyê bêyî amadebûna alîgiran birêve biçe.

Komîteya Ewlehiya Sporê ya Bajarê Diyarbekirê, ji bo lîstika Amedspor û Fenerbahçeyê biryara lîstina bêyî alîgiran da.

Ev biryar dê li ser alîgirên her du aliyan were cîbicîkirin, wate dê alîgirên Amedsporê û yên Fernerbehçeyê ji dîtina tîmên xwe di lîstika bê de bêpar bibin.

Dê lîstik li Komplêksa Sporê ya Seyrantepeyê ya Amedsporê were lîstin. Lê heta niha roj û dema lîstikê nehatiye diyarkirin.

Di destpêka vê heftiyê de, Amedspor derket çarîka fînala “Kûpaya Tirkiyê ya Zîreatê.”