Yarîgeha 12ê Adarê bû cihê çalakiyên werzişî

Çirûska destpêkirina serhildana Qamişlo ji lîstikgeha Qamişlo bû, li hemû navçeyên Rojavayê Kurdistanê belv bû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f070ea58-c35c-4348-9dcc-f43f42a48d1d/sehidadar-qamislo.ism/manifest

K24-Qamişlo

 cor bicor bi helkefta 12emîn salvegera şehîdên serhildana Adarê di yarîgeha 12ê Adarê de ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ku, berê bi navê lîsgeha 7ê Nîsanê bû, ew jî roja damezrandina partiya Bas dihat naskirin, birîve diçûn.

Derbarê vê mijarê de werzişvanekî Footballê bi navê Selman Mihmed ji K24ê re wiha got:"Niha em gelekî kêfxweşin, em niha li ser yarîgeha 12ê Adarê lîstikên xwe dikin, berî niha em bi zehmetî didît dema me dixwest em derbasî vê lîstgehê dibin û yaneya xwe Cîhad bibînin, lê niha alê Kurdî li ser in, herwiha navê wê jî bo naveke Kurdî hatiye guhertin."

Serhildana 12ê Adarê xwedî bandoreke mezin bû li ser gelê Sûriyê, di nav wan girtiyên kurd e de gelek xwendevan hebûn, ew xwendevan rastî êşkencê bûn, ji wan şehîd û birîndar jî hebûn.

Derbarê vê mijarê de yek ji xwendevanên ku di wê demê de hetibû girtin bi navê Hebîb Zavê ji K24ê wiha axifî:"Me bihîs ku rejîmê leşkerên xwe li cadeyan bicih kirin, herwiha gelek girtî, birîndar û şehîd hebûn, lewma xwendevana  li Şamê biryar dan li pêşiya Parlamentoya rejîma Sûriyê derkevin xwepêşandanan, rejîmê êrîşkirie ser xwepîşandanê, ez hatim girtin."

Çirûska destpêkirina serhildana Qamişlo ji yarîgeha Qamişlo bû, li hemû navçeyên Rojavayê Kurdistanê belv bû.