Iniesta xatirê xwe ji Barcelona xwest

Lîstikvanê stêrk ê Barcelona Andreas Iniesta di presskonferansekê de diyarkir ku, ev dawîn demsala wî di Barca de ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Lîstikvanê stêrk ê Barcelona Andreas Iniesta di presskonferansekê de diyarkir ku, ev dawîn demsala wî di Barca de ye.

Iniesta gava daxûyaniya xwe ragihand nekarî rûndikên xwe bigre û girî.

Andreas Iniesta di jiyana xwe ya futbolê de ji derveyî Barcelona di tu timek din de nelîstiye, hîn 12 salî hatiye nav rêzên Barcelona.

Heta niha navnîşana nû ya Iniesta ne diyar e.

Iniesta ligel Barcelona bûye xwediyê 31 kûpayan. Dinav wan de:  4 caran Kûpaya Champions League û 8 caran Kûpaya La Liga.

 

 

C.B