Mbappe bû buhatirîn lîstikvanê cîhanê

K24 – Navenda Nûçeyan

Real Madrid carek din imze bi lîstikvanek herî buha yê cîhanê re îmze kir. Ligor peymana di navbeyna Monaco û Real Madrid de, stêrkê ciwan Kylian Mbappe bi 180 Milyon Euroyan derbasî tîma Real Madrid dibe.

Mbappe yê 18 salî bi lîstika xwe ya serkeftî sala par di tîma Monaco ya Fransî de, bala tîmên mezin ên cîhanê kişandibû ser xwe. PSG, Mancherster United û Real Madrid ji bo kirîna Mbappe rikberiya hevêdu dikirin. Di dawî de Real Madrid gihişt armanca xwe û stêrkê ciwan anî nav tîma xwe.