Federer û Nadal berdewam in bi serkeftinê

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojer Federer di Qehremaniya Basel de cara 7emin û Nadal digehin qonaxa berî dawiyê.

Di Qehremaniya Basel ya Swêsrî de Rojer Federer yê Swêsrî bo cara 7emîn digehe qonaxa berî dawiyê, piştî serkeftina wî îro 31 Cotmehê li ser lîstikvanê Belçîkî David Goffin bi 2 koman beramber komekê.

Di lîstekeke din de jî Rafael Nada yê Spanî bi ser Marin Cilic bi encama 2 koman beramber komekê ket, bi vê yekê ew jî gehêşt qonaxa berî dawiyê ji wê qehremaniyê.

Di qonaxa berî dawiyê de, Federer rûbirûyî Jack Sock yê Amerîkî dibe, Nadal jî rûbirûyî Rêşa yê Fransî dibe.