Melevana Penaber Yusra Mardînî nîşana zêrî werdigire

Melevan Yusra Mardînî ku penabereke Sûrî ye, di nava şanda penaberan de beşdarî olympîka Rio de Janeiro dike û di melevaniya 100.m de nîşana zêrî werdigire û bala cîhanê bi tevahî berve xwe dikişîne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3378d3ec-9664-4fbd-b8e1-0330efffd0e0/Yusra%20Mardini.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Melevan Yusra Mardînî ku penabereke Sûrî ye, di nava şanda penaberan de beşdarî olympîka Rio de Janeiro dike û di melevaniya 100.m de nîşana zêrî werdigire û bala cîhanê bi tevahî berve xwe dikişîne.

Yusra Mardînî (17 salî) ku ligel 20 kesan bi qeyikekê berve Ewropayê biçin, lê qeyika wan di navbera Tirkiye û Yûnanstanê de têk çû, ku xeniqandin li pêşiya Yusra û hevalên wê bû, lê Yusra red kir ku xwe radestî mirinê bike, hewl da xwe û xûşka xwe û hevalê xwe ji xeniqandinê rizgar bike, ku 3 demjimêr û nîvan melavanî di ava cemidî de melevanî kir û xwe û hevalên xwe rizgar kirin.

Piştre Yusra digihe Almanya û rahênana xwe di melevaniyê de berdewam dike û beşdarî olympîka Rio de Janeiro 2016an dike. Yusra di roja yekem de beşdarî lîstika melevaniya 100 m. dibe û li ser asta keçikan pileya yekem bidest dixe û nîşana zêrî werdigire.