Tîma Cîhad xwe ji xola giştî a fûtbolê re amade dike

Nebûna alavên rahênanan û cilûbergan tîmê yên taybet pirsgirêkên serekene di pêşkeftina tîmê de.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Tîma Cîhad a Fûtbolê ku, wek balyozê bakurê Sûriyê tê naskirin amadekariyên xwe bo beşdariyê di xola giştî a fûtbolê de li Sûriyê dike.

Derbarê amadekariyên tîmê peyamnêrê K24ê serdana tîmê li lîstigeha Qamişlo kir û ragehand ku, lîstikvan nikarin bi azadî rahênanên xwe bikin, ji ber ku her car pêwîste mûhletê ji desteya werzeşê ya Rêveberiya Xweser werbigrin, ev yeke bi sedema wê yekê ku,  yarîgeh bi temamî di bin kontirola Rêveberiya Xweser de ye.

Ji aliyeke din ve, mûçeyên lîstikgvanan heta niha kêmî 100 dolarî ne, ew yeke jî dibe egera ku, şansê tîma Cîhad di beşdariya xola Sûriyê de kêm bibin.Herwiha xirabiya rewşa aborî û nebûna cilûbergên tîmê û kelûpelên rahênan sedemên serekî ne li pêşiya pêşveçûnên tîmê û bidestxistina serkeftinan.