Dalkurd Turay anî nav rêzên xwe
K24 – Navenda Nûçeyan
Hefteyek berî ku lîstikên lîga bilind a Swêdê – Allsvenskan destpêbikin, Dalkurd lîstikvanê xwe yê nû ragihand. Lîstikvanê di hêla êrîşbariyê de Mohamed Buya Turay ku sala berê di AFC Eskilstuna de yarî dikir, imzeya xwe avêt rêkeftina 3 salî ligel Dalkurd.
Turay lîstikvanek e, ku gelek tîmên Allsvenskan dixwestin bigihînin nav rêzên xwe, lê Turay Dalkurd hilbijart û ji vê bijardeya xwe gelek dilxweş e.
C.B