21 meh zîndan li Messî hat sepandin

Dadgeheke Îspanyayê fermana zîndankirina 21 mehan bi lîstikvan û stêrê tîma Barcelona Leonel Messî û bavê wî xorxî derxist.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeheke Îspanyayê fermana zîndankirina 21 mehan bi lîstikvan û stêrê tîma Barcelona Leonel Messî û bavê wî xorxî derxist.

Ji ber tuhmetên revîna ji dayîna bacê, dadgeheke Îspanyayê biryara zîndankirin 21 mehan bi Messî û bavê wî Xorxî derxist, herwiha li gor biryara dadgehê ew dikarin vê biryarê li pêş Dadgeha Bilind îstînaf bikin.

Li gor qanûna Îspanyayê jî, ku her biryarek kêmtirî 2 salan be, tawanbar dikrain vê biryarê rawestînin. Herwiha dadgehê biryar da jî, ku divê Messî 2.21 milyon dolar û bavê wî 1.5 milyon dolar wek ceza bidin.