Yarîgeha Diyarbekirê ya nû di 9’ê gulanê de bi fînaleke mezin vedibe

Li Diyarbekirê, yarîgehek a futbolê ku di standardên UEFA’yê de ye; di 9’ê Gulanê de bi Fînala Kupaya Zîraatê deriyên xwe vedike. Kapasîteya yarîgehê 33 hezar e û 126 milyon lîre lê çûye. Berpirsên werzîşê amaje dikin ku ev yarîgeh dê sûde bide aboriya Diyarbekirê jî.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, yarîgehek a futbolê ku di standardên UEFA’yê de ye; di 9’ê Gulanê de bi Fînala Kupaya Zîraatê deriyên xwe vedike. Kapasîteya yarîgehê 33 hezar e û 126 milyon lîre lê çûye. Berpirsên werzîşê amaje dikin ku ev yarîgeh dê sûde bide aboriya Diyarbekirê jî.

Li Diyarbekirê beriya 3 salan ji bo yarîgeheke nû, bingeh hatibû danîn û yarîgeh niha ber bi amadebûnê ve diçe. Yarîgeha Diyarbekirê dê di 9’ê Gulanê de bi Fînala Kûpaya Zîraatê deriyên xwe ji bo futbolhezan veke. Yarîgeh li ser 158 hezar û 353 metir çargoşe bilind dibe û li gorî standardên UEFA’yê tê çêkirin. Yarîgeha ku bi otoparka xwe dikare 2 hezar û 340 wesaîtan bistîne, ji sedî 92 xilas bûye. Yek ji xebatkarên avakirina Yarîgeha Diyarbekirê Mûrat Îpek dibêje; hemû kar û barên giran bi dawî bûne û niha jî kontrolên dawî yên yarîgehê tên kirin.

Xebatkarê Avakirina Yarîgeha Diyarbekirê Mûrat Îpek ji K24ê re got: “Niha kêmasiyên yarîgeha me nemane. Paqijî maye û piştî paqijiya giştî jî dê yarîgeha me ji bo 9’ê Gulanê amade be. Yarîgeha Diyarbekirê dê ji bo yariyeke mezin mazûvaniyê bike. Ji ber vê yekê em bi baldariyeke zêde dixebitin.”

Yarîgeha Diyarbekirê ku kapasîteya wê 33 hezar e; li herêmê yarîgeha herî mezin e û ji ber ku dê bi Fînala Kûpaya Zîraatê deriyên xwe veke jî dê gelek futbolhezan jî bikişîne Diyarbekirê û ev yek dê sûdê bide geşt û guzarî û aboriya Diyarbekirê jî. Gerînendehê Werzîşa Bajêr ê Diyarbekirê Mehmet Demîr jî amaje dike ku ew daxwaz dikin rojekê tîmeke  Diyarbekirê li vê yarîgehê fînalê bilîze.

Mehmet Demîr dibêje: “Ne tenê ji bo yariya fînalê, em dixwazin her dem yariya Diyarbekirê tijî bibe. Em hêvî dikin ku rojekê tîmeke Diyarbekirê derbikeve fînalê û li vê yarîgehê bilîze. Piştî ku ev yarîgeh ji bo Diyarbekirê hatiye çêkirin, bila tîmeke me jî ya serkeftî hebe.”

Ji bo avakirina Yarîgeha Diyarbekirê ku ji çîmên xwezayî pêk tê, 126 milyon lîre hatiye xerckirin û tê pêşbînîkirin ku ligel gelek wezîrên Tirkiyeyê, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî di 9’ê Gulanê de li Diyarbekirê beşdarî vekirina yarîgeha ku ji 6 tebeqeyan pêk tê bibe û li Fînala Kûpaya Zîraatê temaşe bike. Di Kûpaya Zîraatê de qonaxa nîvefînalê tê leyîstin û tîmên wekî Fenerbahçe, Beşîktaş, Galatasaray û Akhîsarê hewil didin ku bimînin fînala li Diyarbekirê.