Li Swêdê tîma Newroz FC di liga 2an de

Li Swêdê niha tîmek nû ya Kurd - Newroz FC, di nava 9 salan de ji liga 7an gihişte liga 2an

K24 – Navenda Nûçeyan

Gava li Swêdê behsa futbolê ji Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û derve re jî tê kirin, bêguman yekser Dalkurd tê bîra mirov. Tîma Dalkurd bi gihiştina xwe ya SuperLig (Allsvenskan) dilê Kurdan û Kurdistaniyan xweş kir.

Lê li Swêdê niha tîmek nû ya Kurd, di nava 9 salan de ji liga 7an gihişte liga 2an. Ev serkeftina Newroz FC, serfiraziyên Dalkurd dubare dike. Kurdên Swêdê hêvîdar in ku hevkariyek di navbeyna Dalkurd û Newroz FC de hebe, ku bikaribe alîkariya Newroz FC bike, ku ew jî bigihije pêlên herî bikind a futbolê li Swêdê.

Ew tîm nave xwe Newroz FC e.Tîm a Kurdên Stockholmê, devera Bredäng/Skärholmen e. Di sala 2008an de de, ango berî 9 salan hatiye avakirin.

Newroz FC di sala 2018an de, dê li liga 2em a Swêdê gruba tîmên Svealand de bilîze