Mesûd Ozîl yekem girêbesta Barcelona ye

Li gor jêderekî nêzîkî tîma Barcelona, Mesûd Ozîl dibe yekem girêbesta veguhastinên Zivistanê ya wê time.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor jêderekî nêzîkî tîma Barcelona, Mesûd Ozîl dibe yekem girêbesta veguhastinên Zivistanê ya wê tîmê.

Rojnameya “Mundo Deportivo” ya Katalonyayê îro belav kir, rêveberê karên yarîzan Mesûd Ozîl dest bi guftûgo ligel berpirsên tîma Barcelona kiriye û rêkeftinek bi 17 milyon Pound Sterling ku dike 20 milyon Euro di navbera her du aliyan de dirust bûye.

Wê jêderî diyar kiriye, Barcelona Ozîl li cihê Philippe Coutinho tîne nava rêzên xwe, ji ber ku Ozîl di vê werzê de bi tîma Arsenal a Îngilîzî re tenê di qehremaniya “Euro League” lîstiye û mafê wî heye bi tîmeke din re di qehremaniya “Champions League” de beşdar bibe.