Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ew rêkeftina ku ligel Serokwezîrê Iraqê kirine, ji bo hevahengiya Hewlêr û Bexdayê bingeh e, divê hemû alî rêz lê bigrin.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 24ê Gulanê, bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.