Diyarbekir.. Jinên karker di germahiya 42 pile de di zeviyên pembû de kar dikin

Diyarbekir (K24) – Îsal li Diyarbekirê nêzîkî 750 hezar donim pembo hatiye çandin.

Li Bakurê Kurdistanê di warê çandiniya pembû de bajarê Rihayê di rêza yekem de, bajarê Diyarbekirê jî di rêza duyem de ye. Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji %52ê pembû, li van herdu bajaran têne çandin.

Karker di vê germa Havînê de ku asta germahiyê digihîje 42 pile, ji bo rojane 150 Lîre (nêzîkî 9 Dolar) bi dest bixin, dixebitin.

Cotkar jî ji zêdebûna lêçûnên çandiniyê û kêmbûna dahata keda xwe, gilî û gazinan dikin.