Roja Ala Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê hat pîrozkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro li bajarê Qamişlo û Dêrikê Roja Ala Kurdistanê bi çalakiyekê pîroz kir.

Endamê Desteya Serokatiya ENKS Mihemed Îsmaîl di çalakiyê de gotarek pêşkêş kir û Roja Ala Kurdistanê li beşdarbûyan pîroz kir û tekez li ser wê yekê kir ku ala Kurdistanê bilind e û dê her li ba û bilind bimîne û di bin vê alayê de bi hezaran qurbanî ji bo parastina li Kurdistanê hatine dayîn.

Mihemed Îsmaîl got ku Ala Kurdistanê sembola neteweya Kurd e. Îro yekrêziya milet Kurd bi bilindkirina vê ala Kurdistanê ye.

Xwecihiya ENKSê li bajarê Dêrika yê Rojavayê Kurdistanê jî bi boneya roja Ala Kurdistanê çalakiyek li dar xist û bi dehan kes kom bûn û ala Kurdistanê bilind kirin.

Ala Kurdistanê ku 17.12.1945an li ser avahiya hikûmeta Komara Kurdistanê li Mehabadê hatibû bilindkirin, ji wê rojê ve jî wek sembola netewî ji aliyê hemû Kurdan ve tê pîrozkirin. Parlamentoya Kurdistanê jî di sala 2009ê biryar da, êdî her sal roja 17ê Berfanberê wek “Roja Ala Kurdistanê” were pîrozkirin.

Ala Kurdistanê
Ala Kurdistanê
Ala Kurdistanê
Ala Kurdistanê
Ala Kurdistanê
Ala Kurdistanê