Li Yemenê 2900 dibistan ji ber şer wêran bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi destpêkirina sala nû ya xwendinê li Yemenê, binesaziya sektora perwerdehiyê rastî wêraniyeke mezin hatiye, li gorî raporên UNICEFê, dora 2900 dibistan wêran bûne, yan beşek ji wan zirar dîtine, yan jî ji bo armancên ne-perwerdeyî hatine bikaranîn.

Dibistana El-Wehda ya li parêzgeha Taizê, di salên şer de, hat teqandin û bombebarankirin. Ew di vê rewşa xwe ya niha û tevî rewşa xwendinê ya neguncaw de, hîn jî mêvandariya xwendekarên xwe dike.

Rêveberê Dibistana Al Wahda Emîn Abdulrahman dibêje: “Wergirtina perwerdeyê li dibistanên hilweşandî bêkêr e. Xwendekar agahiyan baş wernagirin, ji ber ku bala wan şerpeze dibe û mamoste jî nikarin agahiyan bi rêk û pêk bigihînin xwendekaran.”

Rêveberê Ofîsa Wezareta Perwerdeyê li Taizê Ebdulwasî Şedad diyar dike: “Hewldan ji aliyê desthilatên xwecihî ve tên kirin û ji aliyê hin rêxistinên navxwe û navdewletî ve jî piştgirî heye, ji bo çareserkirina hin pirsgirêkan, lê me nekariye bi awayekî rast û bi temamî wan çareser bikin.”

Tevî bangên rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navdewletî bo dûrxistina sektora perwerdeyê ji şer û êrîşan, lê şerê li Yemenê ziyaneke giran gihandiye binesaziya vê sektora girîng, ku xuya nake zû raweste, bi taybetî ji ber nakokî nesekinin û projeyên dubare avakirinê nîn in.
