Bi wêne; Vekirina Sayloya Quştepeyê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve

author_image Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 25.06.2024) di merasîmeke taybet de, bi berhevbûna hejmareke cotyarên deverê, sayloya Quştepeyê li qezaya Quştepeyê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê vekir.

Mesrûr Barzanî di wê merasîmê de serdana pişkên wê sayloyê kir û ji nêz ve çavdêriya wergirtina genimê cotyaran kir. Paşî di gotinekê de amaje da giringiya çêkirina sayloyan wekî pareke karnameya hikûmetê di warê giringîdana taybet bi kertê çandinê û cotyarên Herêma Kurdistanê de û karkirinê pêxemetî dabînkirina ewlehiya xwarinê û zindîkirina berhemê cotyarên Kurdistanê. Herwesa got, “Em dilxweş in ku niha li piraniya bajar û bajarkan embarên wergirtina genim û danana hene.”

.
.
.
.
.
.
.
.
.
.
.
.
.
.
.
.
.
.
.
.
.
.