Bajarê Sardes careke din bû wargehê barana meteoran
Navenda Nûçeyan (K24) – Bajarê kevnar û dîrokî Sardes careke din bû wargehê barana meteoran. Salane bi hezaran geştiyar tenê ji bo temaşekirina vê bûyera asmanî û siruştî serdana bajarê Manîsa û Sardesê dikin.
Pênc hezar sal in ev bûyera barana stêrkan li asmanên bajarê kevnar Sardesê tê temaşekirin. Bajarê dêrîn Sardes niha dikeve sînorê navçeya Salîhlî ya Manîsayê ku hê berê paytextê Keyaniya Lîdya bû.
Sardes ji ber ku niha ji ronahiya bajaran dûr e, bi awayekî baş, di nava peyker û saziyên kevnar de ev bûyer tê temaşekirin.
Sardes di serdema şaristaniyên Yunan û Romayê de jî girîngbûna xwe parastiye. Li wê derê peyker û perestgeha Artemîs, Cîmnasyum li erdê û li asmanê jî Rêya Kadizê barana meteoran digihin hev û dîmenên başkêş pêşkêşî temaşevanan dikin.