Şandeke bilind a PDKê serdana Silêmaniyê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Hefteya bê şandeke bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana baregeha sereke ya Tevgera Goranê li Silêmaniyê dike.

Peyamnêrê K24ê li ser zarê endamenkî Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, biryar e di hefteya bê de şandeke PDKê bo pîrozbahiyê li Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê yê bike, ku biryar e sibe bê destnîşankirin, serdana Silêmaniyê bike.

Li gor zanyariyên ketine destê K24ê, bi egera rêkeftina PDK û Tevgera Goranê derbarê mîkanîzma aktîvkirina parlemento de, destpêkê kar bo civîneke berfereh ya Encûmena Bilind a Referandûm û bi beşdariya Tevgera Goranê were kirin.