Fûad Mehsûm: Bêyî danpêdana welatên mezin, nikarin dewleta Kurdî ava bikin

Serokomarê Iraqê Fûad Masûm di hevdîtinekê de ligel rojnameya “Ukaz” a Siûdî de li ser pirsa referandûmê ragihand, “Encamdana referandûmê nayê wateya ku hegerî îro hate kirin, sibe serxwebûnê radigihînin, ji ber ku avakirina dewletê pêwîstiya wê bi karî rewşa teybet û rewşa navçê heye û bê danpêdana welatên mezin jî, nikarin wê dewletê ava bikin.”
author_image Kurdistan24 Hewlêr

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Iraqê Fûad Masûm di hevdîtinekê de ligel rojnameya “Ukaz” a Siûdî de li ser pirsa referandûmê ragihand, “Encamdana referandûmê nayê wateya ku hegerî îro hate kirin, sibe serxwebûnê radigihînin, ji ber ku avakirina dewletê pêwîstiya wê bi karî rewşa teybet û rewşa navçê heye û bê danpêdana welatên mezin jî, nikarin wê dewletê ava bikin.”

Derbarê rewşa Iraqê de jî Fûad Mehsûm got: “Ji aliyê xwe ve, daxwaz dikin ku Iraq dewleteke ferderalî be, lê di rastiyê de vajî wê yekê ye, federalî wateya wê ku herêmên federal hebin, lê niha ji bilî Herêma Kurdistanê ti herêmeke din ya federalî li Iraqê tune ye.”

Serokomarê Iraqê li pirsa “Ma ew yek tê wateya ku tu li dijî referandûmê ye” bersivand û got: “Encamdana rapirsiyê bijarde û daxwaza xelkê ye. Di dema dengdana li ser destûra Iraqê, piraniya xelkê Herêma Kurdistanê dengên xwe dan. Lê di heman demê de çûn ser sondoqên din jî ku dihat pirsîn (Tu dixwazî serbixwe bibî, yan ser bi Iraqê ve bimînî)

Di beşeke din ya hevdîtinê de Fûad Mehsûm de gotiye: “Ez ne li dijî rapirsiyê me, lê ew babet girêdayî bi rewşa navxweyî û derve ye, wek welatên herêmê û cîhanê. Heger hevkariyê li dirustbûna wê dewletê bikin, ewê bibe.”