HSD: Divê Amerîka û Rûsya rê li êrişên Tirkiyê bigirin

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê radigihîne, HSD pabendî rêkeftina Amerîka û Rûsya ya bi Tirkiyê dibe, divê Amerîka û Rûsya rê li êrişên Tirkiyê bigirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê radigihîne, HSD pabendî rêkeftina Amerîka û Rûsya ya bi Tirkiyê dibe, divê Amerîka û Rûsya rê li êrişên Tirkiyê bigirin.

Îro li Hesekê bi boneya bidawîbûna erkê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Myles Caggins, Caggins û Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî konferanseke rojnamevanî ya hevbeş  girê dan.  

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî di konferansê de derbarê egera êrîşek nû ji alî Tirkiyê ve li ser hin deverên rojavayê Kurdistanê, got ku ew amade ne bergiriyê di ber deverên xwe de bikin.

Da zanîn, ku ew pabendî her du rêkeftinên Amerîka û Rûsyayê bi Tirkiyê re ne. Balî got: Em pabendî du rêkeftinan in. Yekem rêkeftina Mike Pence li Enqerê ya ku operasyona bi navê kaniya aştiyê bidawî kir û rêkeftina din jî ya Soçî ye ku di navbera Putin û Erdogan de rû da, ya girêdayî vekşandina HSDê ji ser sînorê Tirkiyê. Hevpeymanên me çi Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, herwiha Rûsiya ji aliyê xwe ve dizane ku HSD pabend bûye û divê berpirsyaretiya vê yekê li stûyên xwe bigrin

 

S. B