Li Nisêbîna Mêrdînê rewşa aloz berdewam e

Kurd24

K24 – Nisêbîn

Ji roja Îna borî ve li navçeya Nisêbîna Mêrdînê derketina kolanan bo xelkê sivîl hatiye qedexekirin. Xwenîşanderên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), di nava kolanan de xendek kolan e, çeper vedan e û dibêjin wan Rêveberiya Xweser îlan kirine.

Hêzên ewlehiyê jî dibêjin ew destûrê nadin çalakiyên xwenîşanderan û di navbera herdu aliyan de pevçûn derdikevin. Di pevçûnan de heta niha jina binavê Selamet Yeşîlmen hatiye kuştin, jinek û 2 zarok birîndar bûne. Rewşa aloz li navçeyê didome.

Li ser kolanên Nisêbînê dengên çekan û çûkan bi hev re bilind dibin. Xelkê 15 taxên navçeyê, ji tirsa nikarin ji malên xwe derkevin. Têketin û derketina navçeyê jî hatiye qedexekirin.

Hemwelatiyekî ko nexwest navê xwe bide bi rêya telefonê ji bo peyamnêrê K24ê rewşa dawî wiha anî ziman: "Xelk di mal de ye, ti kes nikare derkeve. Ji ber wan teqînan li gelek deveran boriyên avê jî teqiyan e. Li hinek cihan ceyran nîne.”

Tîma K24ê hewl da ku biçe navçeyê; lê hêzên ewlehiyê hê jî bo Nisêbînê 35 kîlometre mayin ew sekinandin û destûr nedan. Ji ber astengiyê tirimbêlên cenazeyan jî bi kontrol dikarin derbasî navçeyê bibin. Ji hêla din ve bi sedan barhilgir û kamyon li ser rêya Qoser û Nisêbînê bûne rêz û nikarin derbas bibin.

Ajokarên TIRan dibêjin bi rojan e ku ew li ser rê hatine sekinandin lê dixwazin rê bê vekirin da ew derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Şofêrê bi nave Zeynel Akin wiha dibêje: “Rewş nebaş e, li Nisêbîbê pevçûn hene, destûrê nadin ku em derbas bibin. Hun halê me dibînin, em li ser van rêyan perîşan bune.”

Ji navçeyê çavkaniyeke sivîl ragihand ku di nava kolanan de herî kêm 200 xendekên bi mîn hatine vedan. Tirsa mezin ew e ku weke li navçeya Farqîna Diyarbekirê li Nisêbînê jî pevçûn berdewam bikin. Li gorî hinek agahiyan, hêzên ewlehiyê xwestine ku xelkê sivîl ji malên xwe derkevin da di berdewamiya operasyonan de zirar negihe wan.