Erol Dora: Meselaya serekî pirsa Kurd e

Kurd24

K24 – Diyarbekir

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Erol Dora, li ser aloziyên Bakurê Kurdistanê ji Kurdistan24ê re got ku di destûra bingehîn a Tirkiyeyê ya cuntekarî de jî parêzgar û rayedarên hikûmetan nikarin rewşên awarte îlan bikin û diyar kir ku ew nikarin mafên xwe yên parlamenterî jî li gor destûrê bikar bînin.

Dora da zanîn ku cezakirina navçeyan ligel 100 hezaran welatî û ragehandina qedexeyan tiştekî ku mirov nikare fam bike û got: "Parlamenter, ji aliyê polîsan ve tên asteng kirin, di xwepêşandanan de bombeyên gazê tên avêtin û parlamenter birîndar dibin. Ez dixwazim ji vir bang li Enqereyê û hemû kesan bikim, ev tiştên ku li beramber parlamenteran tên kirin, bifikirin êdî ligel welatiyan çi tê kirin."

Dora derbarê rewşê de wiha axifî: "Meselaya serekî pirsa Kurd e, divê parlamento û hemû cîhan vêna fêm bike ku pirsa Kurd, pirseke siyasî ya miletekî ye ku bikare bi mafên xwe bijî. Bi kuştin, tune kirin û tundiyan ev pirs nayê çareser kirin, berovajî alozî dibin egera neçareseriyan. Çareserî di rêbazên aştiyane, diyalog û muzakereyan de ye. Ez bang li hemû aliyan dikim ku çekan bidin rawestandin û şans bidin siyaseta sivîl."