HDP: Cezakirina civaka sivîl nayê qebûl kirin

Kurd24

K24 – Mêrdîn

Li Nisêbîna Navçeya Mêrdînê qedexeya derketina kolanan di roja 14emîn de hat rakirin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) heta doh nikarîbûn biçin navçeyê. Şandeka HDPê jî di 24ê mijdarê de bi Rêvebrên Parazgariyê re hevdîtin kiribûn lê tu encamek bidest nexistibûn.

Berî mirov ji aliyê Mêrdînê ve bikeve nav Nisêbînê, leşker û polîsan rêyên ku dikevin navçeyê ji herçar aliyan ve girtibûn û şer û pevçûn li navçeyê kêm nabin. Heta niha 9 sivîlan cane xwe ji dest dane, gelek jî birîndar bûne.

Parlamenterê HDPê yê Sêrtê Kadrî Yildirim, diyar kir ku wan di 24ê Mijdarê de,  bi Cîgirê Parêzgarê Mêrdînê re li ser rewşa Nisêbînê hevdîtin kirine, lê bersiveke erênî wernegirtine.

Yildirim bal kişand ser wê yekê ku ger bersûc hebin divê ew bên ceza kirin û hemû civakê wiha ceza bikin bi tu awayî nayê fam kirin: "Duh jinek anîn nexweşxaneyê, bi 3 guleyan birîndar kirine, yek li rahnê wê, yek li zikêwê û yek jî li lingê wê keti ye. Li ber deriyê xwe welatî tên gulebaran kirin û qetil kirin."

Nişteciyên li Nisêbînê jî bi telefonan diyar kirin ku ew êdî neçar û bêzar, nexweş û zarok nikarin li berxwe bidin û divê demek zû çareseriyek bê peyda kirin.

Parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim jî, anî ziman ku hêzên dewletê bihişmendiyeke dermirovî tevdigerin û  bal kişand ser wê yekê ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîb Erdogan di 2012an de ji bo Esad gotiye “ger desthilatdariyek welatiyên xwe gulebaran û bombebaran bike ne rewa ye” û pirsî le niha ev çi ye?”.

Parlamentera HDPê got ku dewlet xendekan wek hincet nîşan dide û mebesta dewletê ji vê ablûkayê pêşîlêgirtina çareseriya gelê Kurd û axa Kurdistanê ye: "Me ji Cigirê Parezgar re jî got, li tu welatekî, di tu qanûnekî de ev tişt nayê qebûl kirin. Wî jî got ji destê min zêde tiştek nayê lê ezê têbiniyên we bo rayedaran ragihînim.”

Şandên saziyên sivîl û partiyên siyasî ji bajar û navçeyên hawîrdorê Nisêbînê xwestin bo rawestandina aloziyan biçin Nisêbînê lê li ber deriyê nnavçeyê hatin astengkirin.