Li Diyarbekirê şer: Êrişkarek mir, 3 polîs birîndar bûn

Kurd24

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekir îro saet derdora 06.30ê hinek kesên nenas bi çekan êrişî otomobîla polîsên Tirk kirin. Di êrişê de êrişkarekî canê xwe ji dest da û 3 polîs jî birîndar bûn.

Bûyer, di saetên serê sibehê de li navçeya Kayapinar a navendê qewimî. Li gorî zanyariyan, di dema tirimbêla polîsan li derdora Nexweşxaneya Jin û Zarokan ya Diyarbekirê dewriye digeriya ji aliyê gelek kesên nenas ve ket ber êrişa çekdarî.

Di pevçûnan de bi sedan gule hatin barandin. Hat dîtin ku gelek gule li kargeh û avahiyên derdorê jî ketine. Piştî pevçûnan mirî û birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan. Li gorî agahiyan rewşa polîsên birîndar baş e. Li gorî zanyariyên ku peyamnêrê K24ê ji çavkaniyên sivîl yên li nêzîkî cihê bûyerê standine, êrişkaran ji 2 otomobîlên “toros” êrişî polîsan kirine.

Ji cihê bûyerê karmendekî fermî lê nexwest navê xwe bide ragihand ku êrişkar endamê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê ne. Lê derbarê bûyerê de heta niha ji aliyê PKKê ve ti daxwiyanî nehatine dayîn û kesê canê xwe ji dest daye gerîlaye yan jî endamê YDG-Hê nediyar e. Ji ber ku êrişkar bêne desteserkirin li derdora cihê bûyerê operasyoneke berfireh dest pê kir.. Derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam in.