Li Bakurê Kurdistanê şer û alozî berdewam e

Kurd24

K24 – Mêrdîn

Alozî li Bakurê Kurdistanê ranaweste. Li Nisêbîna Navçeya Mêrdînê qedexeya derketina kolanan û çûn û hatina navçeyê 26ê Mijdarê, di roja 14emin de hat rakirin. Lê  li Nisêbînê metirsiya ku rewşa awarte careke din bê îlan kirin heye. Welatî dipirsin: “Sucê me çi ye?” Siyasetmedar jî dixwazin dewlet operasyonan bide rawestandin, bi rêbazên diyalog û danûstandinê li çareseriya pirsa Kurd bigere. 

Dîmenên Nisêbîna rengîn, bi dimênên Nisêbîna wêran hatine guhertin. Li navçeyê, tirs û metirsiya xirabtir jî bibe didome. Nişteciyên Niseybînê, piştî 14 rojan derketin derve, lê rewş li navçeyê hê asayî nebûye. Li serê kolanan polîs û di nav kolanan de jî xendek, welatî bêzar in û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Welatiyekî Kurd derdê dilê xwe wiha vedibêje: "Tu tiştekî me nehiştin, em qelandin, ev 14-15 roj e, em di bin pêkutiyan de ne û jiyan û aramî ji me re nehiştine. Em nikarin ji malên xwe derbikevin."

Welatiyekî din jî balê dikşîne ser rewşa xirab a zarokan û dibêje: "Zarokên wan bi pêlîstokan dilîz in, zarokên me bi bombe û bermayiyên şer û pevçûnan. Ev edalet e, edalet nema ye. Me Erdogan navê, polîsên wî navên, leşkerên wî navên, em tenê dixwazin li welatê xwe bijîn û ew ji nav me biçe."

Bi bombe û roketan diwar û hundirên malan kun kun û perçe bûne û welatiyên ku di dema pevçûnan de mala xwe terk kirine bi xerabeyan re rûbirû dimînin.

Fesla Çetîn dibêje, bi zexta polîsan wan neçar mala xwe terk kiriye û dema vegeriyane mala wan wiha hatiye wêran kirin. Çetîn bal kişand ser wê yekê ku piştî 20 sal di kirêyan de maye, 2 sal e mal ji xwe re çêkirine lê mala wan bi serên wan de hatiye hilweaşndin: "Em bûne hêsîrên Kobanê, maye em bazdin xwe li rêyan bidin. Ma emê çi bibêjin? Xwedê heqê me nehêle ji wan re! Aha hûn rezîliya me dîbînin divê qey şer bi gawiran re dike û ev kes dibêje ez misilman im."

Şandekî ji BAROya Diyarbekirê û Mêrdînê jî li navçeyê lêkolînan kirin. Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî ku bi şandê re ye, piştî lêkolînên 2 rojan, ji Kurdistan24ê re piştrast kir ku metirsiya şer û pevçûnan li navçeyê didome û wan tespît kiriye ku bi dehan welatî li beriyên xwe, di malên xwe de bi guleyên hêzên ewlehiya Tirk canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.  Elçî got ku jiyana sivîl li navçeyê di bin xeteriyan de  ye.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê yê Colemêrgê jî bi şandekê re hat Nisêbînê. Faysal Sariyildiz, ragihand ku gelê Kurd ji bo doza xwe ya rewa bi 10 hezaran canên xwe bedel dane. Parlamenterê HDPê,  bal kişand ser naçariya welatiyên Kurd û diyar kir ku kesekî 55 salî, li bavê xwe yê 75 salî guhdar e, lê ji ber derfet namîne li bavê xwe binêre, xwe, li ber çavên bavê xwe darve kiriye û ev bûyer kurte çîroka Nisêbînê ye. 

Sariyildiz wiha axifî: "Wek tê dîtin bi 10 hezaran, gel li vir li ber xwe didin. Divê dest ji van polîtikayên hovane bê berdan û werin rûnên. Êdî ev serdem serdema bi rêbazên demokratîk lêgerîna çareseriya pirsgirêkan e."

Rayedarên Hikûmetê, îlankirina rêvebiriyên xweser û xendekan wek hincet nîşan didin û dibêjin heta ew daxwaz û çalakî bidomin dê operasyon jî bidomin. Qedexeya çûn û hatin û derketina kolanan roja 26ê Mijdarê dema li Niseybînê hat rakirin, yekser li navçeyeka din a Mêrdînê li Dêrikê heman qedexe hat Îlankirin û 3 roj e qedexe berdewam e.