Li Cizîr û Dêrikê şer derket: 3 kuştî û çend birîndar

Kurd24

K24- Diyarbekir

Rewşa aloz li Bakurê Kurdistanê ranaweste. Li navçeya Cizîrê ya Şernexê zarokekî 12 salî û kesekî 24 salî bi navê Haci Dogan canê xwe ji dest da.

Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê jî di êrîşeke çekdarî de leşkerekî Tirk canê xwe ji dest da. Li navçeyê, qedexeya derketina derve di roja 6’emîn de didome û Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDP hewla derbasbûna navçeyê didin.

Qeymeqamiya navçeya Dêrikê, ji 25ê vê mehê ve derketina xelkê sivîl bo derve qedexe kiri ye. Ji ber ku xendek û barikatên li nava kolanên navçeya Dêrikê bêne rakirin hêzên ewlehiya dewletê operasyoneke berfireh dane dest pê kirin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Sererkaniya Tirkiyê, di operasyona navbera hêzên emniyet û endamên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Şoreşger YDG-H’ê de leşkerekî Tirk canê xwe ji dest da. Pevçûnên dijwar li Taxa bi navê Dax didome.

Parlementerên HDP’ê Çaxlar Demîrel, Meral Daniş Beştaş, Mehmud Toxrul û şendekî li gel wan hewl didin têkevin naçeyê.

Ji hêla din ve li 4 taxên navçeya Nisêbînê jî cara 4’emîn e ku qedexeya derketina derve tê ragehandin. Li navçeya Cizîrê ya Şernexê jî pevçûnên ku duh rûdan e hê jî didomin. Çavkaniyeke sivîl bo peyamnêrê Kurdistan24-ê ragihand ku 2 kesên sivîl jiyana xwe ji desr dan û 3 kes jî birîndar in. Pevçûnên li Cizîrê jî didomin.