Barzanî vegeriya Herêma Kurdistanê

Kurd24

K24- Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê bi rêya Firokexaneya Hewlêrê ya Navdewletî vegeriya Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî duh gehiştibû Tirkiyê, destpêkê ligel serokomarê wî welatî, Recep Tayyip Erdogan civiya bû.

Piştire Barzanî ligel Sekwezîrê Tirkiyê, Ahmed Davutoglu û wezîrê bergirî jî civiya bû.

Di aliyê Kurdistanî de, Barzanî ligel serkirdeyêm Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civiya.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê ligel aliyên din ên Bakurê Kurdistanê civiya, pitşî wê yekê jî îşev vegeriya Herêma Kurdistanê.

Di vê serdanê de bo yekemîn car, rayedarên Tirkiyê alaya Kurdistanê di hemû hevdîtinên ligel Barzanî de bilind kiribûn.

Barzanî jî kêfxweşiya xwe ji wê yekî anîbû ziman, herwiha civînên ligel rayedarên Tirkiyê bi erênî binav kirinbû.