Referandûma serxwebûna Kurdistanê

Kurd24

Di vê dema çarenivssaz a ku referandûma serxwebûna Kurdistanê nêzîkî roja xwe ya destnîşanbûyî dibe, guvaşa dewleta Iraqê jî her diçe li ser rêveberên Kurdistana Başûr bêtir dibe, rêveberên Bexdayê ne razî ne ku kurd ji niştecihên Kurdistanê pirs kin, ka ew dahatiyeke çawa ji bo xwe hêvî dikin.

Ji aliyek din, di van demên dawiyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û hin dewletên mezin ên Awrûpayê jî referandûma serxwebûna Kurdistanê rexne dikin, tevî ku bi zimanekî dîplomatik, ew tenê bal bikişînin ser neguncaviya dema referandûmê jî, bi van rexneyên xwe, bivê nevê ew jî sî û gumanek dixin ser prosesa referandûmê.

Referandûma serxwebûna Kurdistanê di demeke weha de dikeve rojeya dinyayê ku ji siyaseta wan ya li Sûrye û Iraqê em dizanin, welatên rajavayê û gelek dewletên mezin ên dinyayê ne xwedî helwesteke destnîşan in, ku ka ew dixwazin derheqê statukoya ku ji peymana Lozanê û Sykes- Picotê maye, çi bikin.

Nezelaliya siyaseta welatên rojavayê û belkî ne tenê ya wan, lê ya gelek dewletên din ên mezin ên dinyayê, li wan welê dike ku ew di nav sistema wê statukoyê de li çareyan bigerin û loma, ji aliyek yekitiya dewletên merkezî yên bi arîşe yên wekî Irak û Sûryeyê yên ku gelek cirm û tewanên mezin li xelkê kirine, biparêzin û ji aliyek din xelkê wan navçeyan bêgav bihêlin ku ew bi wan hukmetên merkezî re li hev bikin.

Çareseriya ku îro li kurdên Kurdistana Başûr tê sepandin jî, kêm zêde tiştek bi vî rengî ye, referandûma serxwebûna Kurdistanê bi bahaneya neguncaviya demê tê rexne kirin, lê dewletên ku dema referandûmê rexne dikin, li cihê wê, demeke din a ku li gor sebebeke deştnîşan hîn çêtir be, pêşniyazî kurdan nakin. Çetir dibînin ku heta demeke ne xuya kurd di bin desthilatiya Bexdayê de bimînin.

Bi gotineke din, referandûma serxwebûna Kurdistanê di demeke weha de li dar dikeve, ji ber ku hîn dewletên dinyayê yên mezin nizanin ka wê çi bi rojhilata navîn bikin, wekî çarseriyeke demkî, xelkên ku di nav vê statukoyê de girtî û asê bûne, radestî dewletên merkezî dikin, yan mîna ku di nimûneya Kurdistanê de em dibînin, hewl didin miletê kurd û dewletên merkezî li hev binûsikînin. 

Referandûma serxwebûna Kurdistanê bersiva kurdan a dijî vê sepandinê ye, piştî ku heta niha tu dewleteke dinyayê ya giring bijardeya Kurdistaneke serbixwe nekiriye mijara rexne û têbîniyan, meriv dikare pêşbînî bike ku ger referandûma Kurdistanê sergihaştî bibe, prosesa serxwebûna Kurdistanê ji aliyek dikare bibe sebeba guherîna helwestên dewletên dinyayê ya derheqê statukoya peymana Sykes-Picotyê, ji aliyekî dîtir jî bibe nimûneya alternatifeke nû ya vê statukoyê.

Lê ev texmîn û pêşbîniyên ku îro em dikin, sibeh dikarin biguherin yan qet rast nebîn, loma nabe ku miletê kurd hesabê xwe bi tenê li ser dewlet û dezgehên nawdewletî yên mezin bike, li gel wan, divê bala xwe bide ser rayagiştiya welatên rojavayê bi taybet û ya dinyayê bi giştî jî, çunku di van çend deh salên dawiyê di balansa navbeyna dezgehên dewletê û girseyên sivîl ên dinyayê de guhertinine berbifireh li dar in, bi pêşketina teknolojiyên amûr û alavên komînikasyonê, derfetên agahî wergirtin û belavkirinê hingî zêde bûne, hema bêjî her kesek bi serê xwe bûye medyayeke seyar, li welatên rojaveyê yên demokratîk bi taybet, helwestên xelkên sivîl û rêxistinên wan ên têvel li ser dewlet û dezgehên dewletê xwe bûne faktoreke girîng a desthilatiyê.

Di şerê xwe yê dijî kolonyalîzmê yê rewa de ger kurd karibin dengê xwe bigîhînin wan, ew ê di kesayetiya girseyên sivîl de hevpeymanine giranbiha bi dest binin yên ku rê û rêbazên wan jî yên siyaset û dîplomasiyên  dewletan, ên li ser berjewendî û nehîniyê afirîne, pir cuda ne. Tevger û rêxistinên sivîl ên bi armanca hevkarî, bi kes û kom û miletên bindest ên dinyayê kar dikin, potansiyeleke hevkar û hevpeymanên miletê kurd ên siruştî ne, loma ger kurd dengê xwe bighînin wan, ew ê bi rêyekê nerasterast dengê xwe gihîştibin rêveber û siyasetmedarên wan ên ku dewleta wan jî bi rê ve dibin.

Lê ji bo kurd bikarin dengê xwe bigihînin wan, divê bi xwe xwedî rêxistin û tevgerên sivîl ên cur bi cur ên bi vî rengî bin, ku rêxistinên weha niha li Kurdistanê pir kêm in, damezirandina tevger û rêxistinên sivîl ên bi vî rengî, ne tenê ji bo têkiliya bi tevgerên sivîl ên dinyayê re, lê ji bo kurdên sivîl bikarin dengê xwe bigihînin rêveber û serkirdeyên xwe, bikarin karê serkirdeyên xwe bişopînin û kontrol bikin jî, pêdiviyeke pir girîng e.

Ger tevger û rêxistnên bi wî rengî, yên sivîn li Kurdistanê bi têra xwe hebûna, Kurdistan dê bi îhtimaleke mezin tûşî vê qeyrana siyasî ya ku niha li Kurdistanê li dar e û bi awayekê rasterast roleke nerênî li ser referandûmê dilîze nebûya, girseyên sivîl dê bi rexne, şopandin û kontrolên xwe yên sivîl rê û mecal nedana siyasetmedarên kêmtolerans ên ku atmosfera siyaseta li Kurdistanê qirêj dikin, dijminatî û neliheviyan di navbeyna partiyên siyasî û siyasetmedarên Kurdistanê de diafirînin.          

Ger em vegerin ser mijara xwe ya esasî, divê were gotin, ku tevî ku hin dewletên mezin ên dinyayê di pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê de niha bi têbînî û bi rexne û guman bin jî, ger bûyereke nepayî rû nede, referandûma serxwebûna Kurdistanê dê li dar bikeve û miletê kurd dê biryara xwe bide, lê hêza ku bi dû re, di asta pêvajoya serxwebûna Kurdistanê de bikare serxwebûna biparêze, di gel pişgiriya dinyaya sivîl, hêza me kurdan bi xwe ye.

Loma, bêyî ku em li hêviya siyasetmedar û rêveberên Kurdistanê bisekinin, divê em her kurd, li kijan kujê dinyay bin, li ser bîr û baweriya kijan partî yan îdolojiyê bin, bibin pişgir û parêzerên serxwebûna Kurdistanê, ya ku hêvî ye ku ji aliyek bibe destpêka têkçûna kolonyalîzma li Kurdistanê, ji aliyekî din jî cih û warê me kurdan ê ku em dikarin xwe pê binasîn û bidin nasîn.

Ger pêncî mîlyon kurd, herkes bi awayê xwe, herkes li gor derfet û kanînên xwe, xelek bi xelek dora Kurdistana Başûr mertaleke parastinê bînin pê, qet hêzeke li vê dinyayê nikare berxwedana wê hêzê bişkênîne.

Wekî hatiye gotin,  Ji azadî û serxwebûnê birûmettir tiştek nîn e.