Prof. Hilmi İssî – welatparêzê fedekar çû rehmetê

Kurd24

Mamoste Hilmî İssî Kurê Mam Şefiq İssî yê ji navça Amedê Licê û ji gundê Hinyatê bû.

Mam Şefiq, Salên 1960’i da li Amedê bi cih bû. 2 keç 2 kur, 4 zarokên wî hebûn. Welatparêzêkê pir hêja bû.

Temenê wî li gor qeyda nifûsê 1915 bû. Mam Şefiq hê 15 – 16 salî ketîbû xizmeta Şêx Fexrî Bakurkî yê şervanê azadîyê.

Li çiyayên Licê û Farqînê bi şervanî ra geriya ye; xwarin û çay û qehwa wî amade kirîye, ava destmêja wî hazir kirî ye û pêra maye heya ku Şêx Fexrî Bakurkîyê Şêxê Baxçe şehîd ketîye, ewî bi nefsa xwe tirba şêxê xwe, şervanê welatê xwe çêkirîye û li ser vê tirb çêkirina vî şehîdê hevalê Şêx Seîd Efendi, ku brazyê Şêx Şemseddînê Baxçe bû, hatîye berdestklirin, cendirman wî girtine birine hizûra qeymeqamê Licê.

Piştî hereketê Şêx Seîd Efendî û mehkemeyên İstiqlalê dewleta Kemalist malmezinêkê ji bajarê Licê kirine şaredar û qeymeqam ê vê navçeyê. Wê gavê Kemalistan zimanê Kurdî qedexe kirine, ji ber vêye ku qeymeqam ji Mam Şefiq ra bi Tirkî gotîye te bi çî cesaretî cirmêkê waha kirîye? Şefiq bi Kurdî gotîye: “ Min tirba şehîdê xwe çêkirîye”. Qeymeqam gotîye bi Kurdî xeber nede, Kurdî qedexe ye. Mam Şefîq dîsa bi Kurdî dibêje Qeymeqam “- Tû çi dibêjî? Te aqilê xwe xwarî ye? Hişê te li serê te ye?”  Qeymeqam berê xwe dide cendirman dibêjê: “- We vî dînî anîye ba min çî? Wî bedrin bila biçî.” Dibe ku qeymeqam xwestîye wî serbest bik e.

Prof. Dr. Hilmî İssî kurê vî qehremanî bû. Mam Şefîq ji ber ku endamê PDKT yê, yê navça Amedê bû û ewraqên Partî li cem hatine girtin, ew jî bi mera 13 mangan li Hepisxana bajarê Antalyayê raza. Pişt’î em sala 1969 yê di 25ê Şibatê da hatine berdan 2 sal şunda bi nexweşaniya penceşêrê (kanserê) çu rehmetê.

Hilmi Xoce kurê wî yê biçûk bû. Ji ber wesyeta babê xwe xwend. Di zankoya Dicleyê ya Amedê da li ser şaxê Genetîkê pispor bû. Docent bû. 15 – 20 roj berê bû profesor. Em dostên wî, hevalên babê wî pir kêfxweş bûn. Mixabin ku Miraz û ecel bûne yek û vî aqademisyenê me yê hêja girtin û birin.

Rihê hilmî, rihê Mam Şefîq bû. Ew welatparêzêkê pir fedekar bû. Kêm xwendevan hene ku weka wî berpirsyariya xwe ya millî dizanin.  Ew ji kîsî me tevan çu. Hîvîdarim ku Xweda wî bi ceneta xwe şah bik e. Serê Malbat û dost û nasên wî sax be.

1 Gulan 2019