Hewlêr û seredana Cîgirê Serokê Amerîka

Kurd24

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence, di 23ê vê mehê de, seredana serbazên xwe li bingeha Eyîn El-Esed ya Îraqê kir. Liser rêya xwe, Pence telefonek bo Serokwezîrê Îraqê li Bexda kir, û piştre ber bi Hewlêra  paytexta Herêma Kurdistanê kete rê.

Serok Barzanî li Hewlêrê nebû, ku pêşwaziyê li Cîgirê Serokê Amerîka bike, û kombûnan encam bidin, lê her du birêz: Nêçîrvan Barzanî (Serokê Herêma Kurdistanê) û Mesrûr Barzanî (Serokê Civata Wezîrên Kurdistanê) digel cîgirên xwe pêşwaziya mêvanê Amerîkî kirin, bi hev re rûniştin. Kom bûn û konferanseke rojnamevanî encamdan, û Cîgirê Serokê Amerîka da diyarkirin, ku bo xwe bi şerefeke mezin dizane li Hewlêrê be û got: Kurd hevpeymanên stratejîk ên Amerîka ne, û Amerîka piştevaniyê li Herêma Kurdistanê dike.

Bo çi, seredan û kombûn li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê hatin encamdan û ne li Bexda ya paytexta Iraqê, ev yek bû cihê pirsyarê. Hevpeymaniya Nesir bi serokatiya Heyder Ebadî, Serokwezîrê berê yê Îraqê, di daxuyaniyekê de, seredan û kombûna Pence li Hewlêrê şermezar kir û got: Seredan binpêkirin e ji serweriya dewleta Iraqê re û diyar kir, ku paytexta Iraqê Bexda ye, ne Hewlêr. Bi wê wateyê, ku diviyabû Pence seredana Bexda kiriba û kombûn digel hikûmeta Bexda encam daban e, ne ku Hewlêr biba cihê rûniştinan. Ehmed Sefar, Parlemanterê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexda, diyar kir, ku Hewlêr jî, bajarek ji bajarên Îraqê ye. Bi wê wateyê, ku xem nake, Pence seredana Herêma Kurdistanê kiriye û diyar kir, ku dibe Pence û Amerîka liser şêweyê serederiya Hikûmeta Iraqê digel xwepêşanderan ji Bexda nerehet û razî bin. Û dibe Amerîkî mijûl bin bi "Dubare rêkxistina kaxezan",  wek mirov bi Kurdî dibêje: Amerîka mijûl e bi pêdaçûna li ser siyaseta xwe. Siyasetmedarê Iraqî Intîvaz Qenber Serokê Partiya Paşeroja Iraqî ya Destûrî ev seredan bi du xalan ve girêda:

- Kurd li deverê hevpeymanên steratejîk bo Amerîka ne, û di heman demê de peywendiyên wan yên baş ligel Îranê hene.

- Parlemanterên Kurd li Bexda take fraksiyon e, li pişt nerûxandina Hikûmeta Adil Ebdulmehdî radiweste.

Bi boçûna nivîskarê vê gotarê çend fakter hene; li pişt giringiya Hewlêrê radiwestin, ku senga paytexta Kurdistanê ya herêmî û cîhanî hebe:

1) Hewlêr û Herêma Kurdistanê tekez kirin, ku teror paşve nediçû, û dewleta  xîlafetê  jî bidawî nedihat, eger Pêşmerge neba.

2) Îro careke din terorîst xwe rêk dixin, û metirsiya dubare serhildana terorê tê pêş. Bê alîkariya Hewlêr û Pêşmerge, wê ne tenê zehmet be, ku rê li ber terorê bê girtin, belku mehal e.

3) Hewlêr û dezgehên ewlekariyê yên Kurdan, ne tenê bûne cihê derbeyên giring li ser navendên terorê, belku karên terorîstan li Ewropa û Amerîka jî, bi alîkariya dezgehên ewlekariyê yên Kurdan têne pûçkirin.

4) Tevî rewşa aboriya dijwar a Kurdistanê, Kurdistan mala hewandina penaberên şerê DAIŞ û şerên din yên deverê ye, ev di demekê de ye, ku pirsgirêka penaberan bûye pirsgirêkeke navdewletî .

5) Hewlêr û Herêma Kurdistanê, tenê cihê aram e li Iraqê, belku dikare bibêje: Aramtirîn cih e li deverê.

6) Hewlêr û Herêma Kurdistanê bûn e mala pêkvejiyana ol û netewan.

7) Siyaseta miyanrew a Kurdan, li beramber pirsgirêkên aloz yên Iraq û Rojhilata Navîn, Hewlêr kiriye paytextek, ku bibe cihê hevdîtin û kombûn û pêkirina aliyên dijî hev. Wate Hewlêra aram sedem e ji bo peydakirina aramiyê li tevahiya deverê.

8) Li vê serdemê milmilaniya Şîe û Suneyan bûye sedemeke sereke; bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Cîhana Islamî, Hewlêr û Kurdistan tenê,  niha navenda pêkvejiyana her du mezhebên Şîe û Sunî li Rojhilata Navîn û Cîhana Islamî ne.

9) Hevsengiya peywendiyên Hewlêr ne tenê li ser asta hêzên Iraqî ye, belku li ser asta dewletên deverê û zilhêzên cîhanê ye.

Digel van xalan, du xalên din yên sereke hene, ku giringiyê didin Kurdistan û Hewlêr a paytext:

Yek: Pirsgirêkên dewletên deverê (Îraq, Sûriyê, Tirkiyê, Îran) nayên çareserkirin, eger çare ji bo pirsa Kurd û doza netewî ya miletê Kurd neyê dîtin, pirsgirêkên van dewletan ji Rojhilata Navîn vedikşin, berfireh dibin û dibin pirsgirêkên aloz ên cîhanê.

Du: Şerekî aborî di navbera Çîn û Amerîka de peyda bûye: Çîn hewl dide, rêya kevin ya Hevirmêş ji Çînê ta Ewropa bi awayekî modern û nû  bikşîne. Amerîka gelekî dilgiran e, ku Çîn û Ewropa digel Rûsya, dûr ji bandora Amerîka, bibin hevpeymanên bazirganî, ev rê, rêya nû ya Hevirmêş e, piştî Îranê di Kurdistanê re diçe.